Gel eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyên HDP'ê dide 2019-02-14 17:03:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên hevşaredariyên HDP'ê li Meletî, Wan û Colemêrgê de ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.  Rêxistina HDP'ê ya Meletiyê namzetên hevşaredariyên xwe yên Meletiyê Îhsaf Aktaş û Yusuf Bozkuş, Namzetên Hevşaredariya Arguvanê Îlhan Yildiz û Seda Çiplak Gultutan, Namzetên Hevşaredariya Battalgaziyê Huseyîn Kilinç û Rûken Bîlgîç, Namzetê Hevşaredariya Yazihanê Azîz Sertkaya û Kadriye Bayar ku hatin nîşandan bi civîneke da nasîn. Civîn li avahiya HDP'a Meletiyê pêk hat. Gelek welatî jî beşdarî civînê bûn. Hevserokê HDP'a Meletiyê Kemal Gedîk û namzetan axaftin kirin.    WAN   Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci esnafên Hala Sebze, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê (VANTSO) û Borsaya Bazirganiyê ya Wanê (VATBO) ziyaret kirin û bi dilgermî hatin pêşwazîkirin. Namzetan li esnaf û rêveberên saziyan guhdar kirin û li ser pirsgirêkên bajêr axivîn. Mustafa Avci got piştî ew bên bijartin dê pirsgirêkên bajêr bi hev re çareser bikin.    COLEMÊRG    Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Karaman jî xebatên xwe hilbijartinê bi serdana esnafan domandin. Ataş û Karaman li ser Kolana Atlilar a taxa Bulakê esnaf ziyaret kirin. Esnafan namzetan bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Namzetan got armanca wan ne xwestina dengan e û xwestine bi li rewşa esnafan bipirsin û hev binasin.