Şêwirmendên wekîlên Mûşê hatin binçavkirin 2019-02-14 14:43:57   MÛŞ - Şêwirmendên parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Şevîn Coşkun û Mensûr Işik hatin binçavkirin. Li navçeya Kopê jî 3 kes hatin girtin.     Parlamenterên HDP'ê yên Mûşê Şevîn Coşkun û Mensûr Işik bi boneya destekdayîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 99 roj in di greva birçîbûnê de xwestin ji avahiya HDP'ê ya Mûşê ber bi Amedê dest bi meşê bikin. Polîsan pêşiya parlamenteran girt û ew asteng kirin. Di navbera wekîl û polîsan de demek kin nîqaş qewimî. Di vê kêliyê de polîsan bêserûçav şêwirmendên parlamenteran Înan Demîr û Elîf Uras binçav kirin.    Wekîlên ku meşa wan hat astengkirin bi wesayîtên xwe ber bi Çewligê ve derketin rê.    LI KOPÊ 3 KES HATIN GIRTIN    Li aliyê din di 8'ê sibatê de Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Navçeya Kopê ya Mûşê Alparslan Ozer jî di nav de 7 kes hatibûn binçavkirin. 7 kesan derxistin dozgeriyê û 4 kes hatin berdan. Dadgehê Hevserokê HDP'a Kopê Alparslan Ozer jî di nav de 3 kesan bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" da girtin.