Rojnameger Temel hat tahliyekirin 2019-02-14 14:33:33   STENBOL - Danişîna nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan jî di nav de 23 kesên dihatin darizandin hat dîtin. Dadgehê Îsmînaz Temel tahliye kir.    Danişîna doza  nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Hava Cuştan û parêzerên endamên Buroya Hiqûqê ya Bindest (EHB) jî di nav de 23 kesên bi îdayên "Endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzer û miwekîlên xwe parastinê kirin. Piştî parastin û nirxandinên dadgehê, heyeta dadgehê biryara berdana rojnameger Îsmînaz Temel da û danişînek din taloqî 24'ê nîsanê kir.