TJA: Ocalan azad nebe nabe 2019-02-14 14:32:49   AMED - TJA'yê bi minasebeta 20'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. TJA'yê diyar kirin ku ji bo jin azad bibin, divê şert û mercên jiyanê yên Reberê PKK'e Abdullah Ocalan bibe û Ocalan azad nebe nabe. TJA, bang li her kesên ji aştiyê bawer dikir kir û dawetî şikandina tecridê û meşa ber bi Laylayê ve kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), bi minasebeta 20'emîn salvegera redestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi felsefeya Ocalan û jiyana hevpar, li hemû rojhilata navîn bûye sedem ku jin bên dîtin û wiha cih da daxuyaniyê: "Hêzên serdest felsefeya Ocalan a ku bûye heviya rizgariyê, li dijî berjewendiyên xweyên emperyal  wekî asteng dibîne. Ji ber vê yekê 15'ê Sibatê xistin meriyetê û dîl girtin. Jina Kurd li cîhanê pêngavek nû da destpêkirin. Hêzen serdest û hegemon dixwazin Rojhilata Navîn ji nuve li gorî xwe bi teşe bikin. Ji bo vê yekê komploya navneteweyi pêk anîn. Di 21’emîn sersala komployê de dixwazin vê komployê nûjen bikin. Lê berxwedana Birêz Ocalan belav bû. Bû xeta berxwedana jina kurdan û gelên cîhanê. Xeta berxwedanê diyar kir. Berdewamiya têkoşîna azadiya jinên Kurd û biryara berxwedanê, bû sedem ku jin di azadiyê de sînoran nas neke û pêngavek nû li têkoşîna azadiyê veke. Niha Leyla Guven pêşengiya vê pêngava lêgerîna azadiyê, bi evîn azadiyê û vîna xurt ji tekoşîna jinan re dike û pêşiya jinan ronî dike.    BANG LI JINAN KIR KU TECRÎRÊ BIŞKÎNIN     TJA, bal kişand ser girîngiya çalakiyên greva birçîbûnêû wiha berdewam kier: "Grevên birçîbûnê armanc dikin ku tecrîdê bişkînin. Ji ber vê yekê girîng in. Berxwedana li girtîgehan ku pêşengiya wê jin dikişînin, dê  tecrîda li Îmraliyê bişkînin Dê bibe despêka têkçûna hemû hêzên faşist. Dê bibe destpêka pêvajoya demokratikbûnê. Niha dixwazin bê hiş bihêlin. Dixwazin kesên li dijî tecrîd, înkar û imhayê li ber xwe didin, bê vîn û şiûr bihêlin û êrîşî wan dikin. Lê bila baş bê zanîn ku berxwedana li Îmraliyê bûye çavkaniya berxwedana Leyla Guven û ruhê berxwedana zindanan. Paradigmaya Neteweya Demokratîk a ku Rêzdar Ocalan pêş xistiye ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn bûye reya çareseriyê. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Ocalan tê wateya azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê azadiya Ocalan nebe nabe. Em weki TJA yên ku komkujiya gelan rewa dibînin û zilmê dikin tu carî efû nakin. Şikandina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan, di serî de ji bo gelê Kurd û piştre Gelê rojhilata Navîn dê bibe sedema aştî û jiyana hevpar. Di serî de em bang li jinan û hemû hêzên demokratîk dikin ku tecridê bişkînin û piştevaniya Leyla Guven xurt bikin."