'Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin' 2019-02-14 14:08:09   QERS - Namzetê Hevşaredariya HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen di danasîna namzetên Qaxizmanê û vekirina buroyê de axivî û got: "Gel ji bo guhertina demokratîk divê HDP a aştiya civakî esas digire tercîh bike. Em ê feraseta cudakar di sindoqan de mehkûm bikin"    Namzetên Hevşareadriya HDP'ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca xebatên xwe yên hilbijartina herêmî didomînin. Bîlgen û Alaca beşdarî danasîna namzetên Qaqizmanê û vekirina buroya hilbijartinê bûn. Namzetên hevşaredariyan di têketina navçeyê de hatin pêşwazîkirin û pişt re derbasî ber buroya hilbijartinê bûn û buroyê vekirin. Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Qaqizmanê Gogercîn Aras û Mehmet Emîn Aras û gelek welatî jî di vekirina buroyê de cih girtin.    ‘XWEDÎDERKETINA JIN Û CIWANAN GIRÎNG E'    Şevîn Alaca di vekirina buroyê de axivî û got: "Bi taybetî ez bang li jin û ciwanan dikim. Xwedîderketina jin û ciwanan a li şaredariyan girîng e û bila vîna xwe bidin nîşandan. Ancak em dikarin wisa şaredariyek demokratîk ava bikin."    'EM Ê WAN DI SINDIQAN DE MEHKÛM BIKIN'    Piştî Alaca, Ayhan Bîlgen jî axivî û da zanîn ku hilbijartin ji bo siyaseta Tirkiyeyê cûdabûna rê ye û got: "Gel ji bo guhertina demokratîk divê HDP a aştiya civakî esas digire tercîh bike. Divê em di 31'ê Adarê de siyaeta cudakarî û feraseta dijminahiyê pêk tîne mehkûm bikin. Heke ku em li van bajaran dijîn divê em bajarên xwe birêve bibin. Cudakirin û tune hesibandina nasnameyekê xizmetê ji yekîtî, aştî û biratiya wî welatî re nake. Berevajî vê yekê xizmetê ji nefret, cudakariyê re dike. Em ê di sindoqan de vê ferasetê mehkûm û ceza bikin."    Piştî axaftinan vekirina buroyê pêk anîn.