Wekîlên Riha û Dîlokê ber bi Amedê ve dimeşin 2019-02-14 13:18:05   RIHA - Tevî hemû astengiyên polîsan jî parlamenterên HDP'ê yên Riha û Dîlokê jî ber bi Amedê ve dimeşin.    Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul û Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û Nusrettîn Maçîn ji bo piştgiriya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 99 roj in di greva birçîbûnê de ye ji navçeya Hîlwanê ya Rihayê ber bi Amedê ve dest bi meşê kirin.    Parlamenteran duh piştî meşa li Bêrecûkê û Pirsûsê êvarê derbasî navenda Rihayê bûbûn. Wekîl vê sibehê derbasî navçeya Hîlwanê bûn. Tevî ku polîsan parlamenteran rawestand jî çûn avahiya HDP'a Hîlwanê û bi gel re hatin ba hev.    Parlamenter ji avahiya HDP'ê derketin û bi astengiya polîsan re rû bi rû man. Tevî astengiyê jî wekîl demek li kolana sûkê meşiyan, polîsan dîsa dorpêç kir. Li ser vê yekê wekîl derbasî navçeya Siwêregê bûn.    Wekîlên HDP'ê piştî li Siwêregê meş li dar bixin tê payîn derbasî Amedê bibin.