KCD: Azadkirina Ocalan sedema tekoşîna me ye 2019-02-14 12:16:07   AMED - KCD, bi minasebeta 20'emîn salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye daxuyanî da û diyar kir ku azadkirina Ocalan sedema tekoşîna wan e û got: " Azadbûna birêz Ocalan û di nava şertên azad de ji bo gel rêbertiyê bike û azadiya gelê me di heman wateyê de ye. Ev sedema têkoşîna me ya ku neyê taloqkirin e."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 20'emin salvegera radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê diyar kir ku hêzên navneteweyî bi hevkariya hêzên herêmî yên paşverû û emperyalîst di 15'ê Sibata 1999'an de “Komploya Navneteweyî" pêk anîne û xwestine bi vê yekê têkoşîna azadiya gelê Kurd bê nefes bihêle. KCD'ê da zanîn ku di pêşengiya Ocalan de û bi berxwedana dîrokî ya gel ev yek pûç bû û wiha got: “Yên ku 20 sal berê di 15'ê Sibatê de Komploya Navneteweyî pêk anîn, di sala 20’emîn de di çirava Rojihilata Navîn de tek çûn. Li aliyê din Têkoşîna Azadiya Kurd ku di pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de pêş dikeve û felsefeya azadiyê li Rojhilata Navîn êdî ji aliyê cîhanê ve tê dîtin. Ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bûye hêviya azadiyê. Roreşa Rojava, berxwedanên li Kobanê, Şengal û Bakurê Kurdistanê yên Rêveberiyên Xwecihî û têkoşîna gelê me ya li diasporayê  bi tevahî gelê me li rêberê xwe xwedi derketiye. Komplo ser û bin kiriye."     GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN TASFIYEKIRINÊ NE   KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de diyar kir ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên zindanan yên li dijî tecrîdê ketine greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li ber xwe didin, bi armanca şikandina tecrida mutlaq dest bi çalakiyan kirine. Çalakiya Guven ya grevê li dijî tecridkirina gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Berxwedana Guven, li dijî tecrîd, bêdengkirin, pêkanînên dijdemokratîk û tasfiyeya hêzên muxalif berxwdan e. Ji ber vê yekê cihgirtina li cem Guven û piştgiriya çalakiyê erkek mirovî ye. Ev yek erka hêzên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî ku nayê taloqkirin e. Divê hemû partiyên siyasî yên li çar perçeyên Kurdistanê pêşengiya gelê me dikin û saziyên demokratîk li dijî tecrîda mutlaq û hêzên metînger  divê bên cem hev û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê de. Ev berpirsiyara wan ku neyê taloqkirin e. Bila hemû gelê me baş zanibe ku ji niha de Komploya 15'ê Sibatê pûç bûpe. Lê hewldanên kompo berdewam dikin. Amanc dikin ku têkoşîna azadiyê tasfiye bikin. Li dijî vê komploya lanetlî em bang li hemû gelê Kurdistan û Tirkiye û hêzên demokratîk dikin ku seferber bibin. Li dijî îtîfaqa faşist- û paşverû ya AKP-MHP'ê îtîfaqa demokratîk a gelan ava bikin û bi ruhê yekîtî û hevgirtiyê têkoşina xwe bilind bikin. Azadkirina Ocalan û di nava şertên azad de ji gelê me re pêşengiyê bike sedema têkoşina me ye."