Parlamenterên HDP'ê ji Serhedê ber bi Amedê ve tên 2019-02-14 12:13:19   BEDLÎS - Parlamenterên HDP'ê yên ji meşa milê Serhedê ve ji bo destekdayîna Leyla Guven ber bi Amedê ve tên tevî hemû astengiyan jî dimeşin.    Parlamenterên HDP'ê yên ji bo destekdayîna Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ji milê Serhedê ber bi Amedê ve tevî hemû astengiyên polîsan jî dimeşin. Parlamenteran Meşê ji Colemêrg, Wan, Agirî û Îdirê ve hatin îro gihîştin navçeya Tetwana Bedlîsê. Parlamenterên HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Salîha Aydenîz, Muazzez Orhan, Saît Dede, Abdullah Koç, Murat Sarisaç û Habîp Eksîk serê sibehê li navenda Tetwanê meşiyan. Parlamenter piştî Tetwanê ber bi navenda Bedlîsê ve derketin rê. Parlamenterên HDP'ê yên ji milê Serhedê derketin rê piştî Bedlîsê jî dê derbasî Amedê bibin.