Parlamenterên HDP'ê: Heta tecrîd bişkê dê meşa me bidome 2019-02-14 11:21:01   WAN - Parlamenterên HDP'ê bertek nîşanî astengkirina meşa wan a ber bi Amedê ve ku piştgiriyê bidin Leyla Guven dan û gotin: "Meşa me dê bidome û tecrîd jî wê teqez bê şikandin."    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya roja 100'emîn a greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomîne ji 15 herêman meşên ber bi Amedê ve plan kiribû. Meşa bi dirûşmeya "Di Roja 100'emîn De Ber Bi Leyla Ve, Em Tecrîdê Bişkênin" li her deverê hat astengkirin. Komên ji Colemêrg û Wanê xwestin derkevin rê hatin astengkirin. Parlamenterên HDP'ê jî ku di nav de hatin astengkirin qedexekirina meşan nirxandin.    ‘TEKANE RIYA RIZGARIYA JI ALOZIYÊ ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE'    Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 20 sal in tê tecrîdkirin û got: "Tekane rêya rizgariya ji aloziyan şikandina tecrîdê ye. Heke dixwazin ev alozî bi dawî bibe divê guh bidin daxwaza Leyla Guven û hemû çalakgerên din." Dede behsa astengî û helwesta polîsan û astengiyan kir û got: "Em ê guh nedin qedexe û astengiyan. Heta dawiyê em ê li ber xwe bidin. Teqez wê tecrîd bê şikandin. Wê berxwedana me li qadan berdewam bike."    ‘LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ DÊ MEŞA ME DEWAM BIKE'    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de jin, ciwan û her qadên jiyanê tên tecrîdkirin û wiha got: "Ev tecrîd bi konsepta tifaqa AKP û MHP'ê ve girêdayî ne. Ji bo şermezarkirina komploya navdewletî û şikandina tecrîdê û desteka Leyla Guven em ber bi Amedê ve derketin rê. Lê polîsan me li her deverê bi mudaxeleyan asteng kir. Her kes dizane yanî ew polîsên mudaxeleyî me dikin jî dizanin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em ê li dijî vê dîktatoriyê têkoşîna xwe bidomînin. Heke em têbikoşin dê li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were. Ji ber vê yekê em ê meşa xwe dewam bikin."