Farîsogullari: Greva birçîbûnê di heman demê de berxwedana li dijî komployê ye 2019-02-14 10:53:40   AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 20 salin girtî ye û çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, di heman demê de çalakiya li dijî komployê ye. Çalakiya berxwedanê ye."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Tirkiye hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999’an de jî bi destê hêzên navneteweyî radestî Tirkiye hat kirin. Di ser girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 20 sal derbas bûn. Di 4 salên dawî de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Ocalan bêtir giran bûye û ragihandina bi Ocalan re bi temamî hatiye qutkirin. Li dijî tecrîdkirina Ocalan Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê  Leyla Guven 99 rojin di greva biçîbûnê de ye. Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiye, Hewler û welatên Ewropa zêdeyî 300 çalakger di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.    Têkildarî çalakiyên grevê û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari, nirxandin kir. Farisogullari, diyar kir ku komploya navnetewî îro jî berdewam dike û wiha got: "Hêzên navneteweyî yên hegemon komplo pêk anîn. Ev hêzên navneteweyi yên Hegomogîn ji bo li Rojhilata Navîn û Sûriye serweriyê pêş bixin û gelên Rojhilata Navîn zerar bibînin, zext li Sûriye kirin û Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bike welatên Ewropa tercîh kir. Hemû hêzên cîhanê di nava vê komployê de cihê xwe digirin. Kesên xwe wekî dost nîşan didan jî li dijî zextan neçar man serî li dijî hêzen serdest bitewînin."    Farisogullari, da zanîn ku hin hêzên biçûk ji bo berjewendiyên xwe ku parekê ji vê yekê bigirin tev li komployê bûn û wiha got: “Komploya navneteweyî tevgera Azadiya Kurd bêtir xurt kir. Ocalan piştî hat girtin û 6 mehan li girtîgehê li ber xwe da, diyar kir ku wî komplo pûç kiriye." Farisogullari, bal kişand ser tecridkirina 20 salan a Ocalan û wiha axivî: "Tirkiye pergala tecridê ji bo xwe kiriye wekî şiklekî rêveberinê. Hêzên navneteyî rola garodiyaniyê daye Tirkiye. Tirkiye bûye girtîgeh û hikûmet jî bûye gardiyanê vê girtîgehê. Demek dirêj armanc kirin ku şerê Kurd û Tirkan pêş bixin. Lê bi ser neketin. Ger ku Birêz Ocalan mudaxale nekiriya dê şerê Kurd û Tirkan pêş biketa. Mudaxaleya Birêz Ocalan, komplo pûç kir. Zêdeyî 100 mirovî li dijî girtina Birêz Ocalan dawî li dijana xwe anîn."    'MUXATAB PÊŞ NEKET'   Farisogullari, bal kişand ser hevditinên di navbera Îmraliyê û Enqereyê yên 2013-2015'an û wiha berdewam kir: "Ocalan her tim ji heyeta hevdîtinê re digot 'Di çareseriya pirsgirêka kurd de kesên wêrek û bi ceyaret dixwazim' Lê muxabat nehat dîtin. Ocalan her tim di çareseriya pirsgirêka Kurd de alîgirê diyalogê bû. Niha pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêka navneteweyî. "    ÇALAKIYA GUVEN PÎROZ E'   Farisogullari, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha bi dawî kir: "Ji fikr û pêşdîtina Ocalan ditirsin. Ji bo vê yekê tecrîdê giran dikin. Niha li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdawî hatiye destpêkirin. Birêz Leyla Guven 99 rojin di grevê de ye. 100’emîn roja çalakiya Leyla, di heman demê de roja salvegera 15'ê Sibatê ya komployê ye. Çalakiya Guven pîroz e. Ji bo me hemûyan perspektif e. Li dijî tecrîdê meş tên li darxistin. Sibê bi minasebeta 100'emîn roja çalakiya Gaven û salvegera 15'ê Sibatê emê bimeşin mala Leyla. Îktîdar vê çalakiyê nabîne û asteng dike. Dixwaze çalakiyê bitepisîne. Hêza xwe ji hêzên navneteweyî yên komploger digire. Ji ber vê yekê greva birçîbûnê li dijî komploya navneteweyî di heman demê de berxwedan e. Ger ku daxwaz pêk neyên emê çalakiyên cudatir pêk bînin. Divê her kes dengê xwe bilind bikin. Kî dikare çi bike divê wê yekê bikin. Em li hemberi vê yekê bêdeng namînin. Me qetil dikin û davêjin zindanê û dixwazin em bêdeng bimînin. Ger ku zext û tundiyan zêde bikin em dê bi bedenên xwe têbikoşin. Hemû kesan çavê xwe girtiye û guhê xwe girtine. Naxwazin bibînin û bibhîzin. Ji bo em dengê xwe bidin bihîstin pêwist e emê çalakiyên cudatir ên demokratîk pêk bînin. Ger ku hewce be emê jî têkevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Divê êdî her kes qerîna kurdan bibîne.  Em dixwazin dawî li vê tecrîdê û komployê bînin. Em carek din bang li hemû kesên demokrat, aştîxwaz û parazvanên mafên mirovan dikin ku bêdeng nemînin."      MA / Mehmet Şah Oruç- Ozgur Paksoy