Sûriyê, Îran, Hizbûlah li dijî kurdan dibin yek 2017-11-05 13:47:31   NAVENDA NÛÇEYAN – Di nav hêzên Heşda Şabî de çekên aîdên Artêşa Sûriyê hatine dîtin. Hat diyarkirin ku Rêjîma Sûriyê endamên Hizbulah û Îranê ber bi Başûrê Kurdistanê Rabîa ve dişîne.    Hat diyarkirin ku tangên artêşa Sûriyê cureyê T90 A di nav refên Heşda Şabî ku niha bi hêzên Iraqî re operasyona Qayîm ango deverên hêj di destê çeteyên DAIŞ ê de mane hatine dîtin.  Duh ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hate diyarkirin ku Qayîm tevî dergehê wê yê sînorî bi Sûriyê re hate rizgarkirin û niha hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şabî gihiştine riya sereke di navbera bajarên Albû Kemal li Sûriyê û Qayîm a di sînorê Iraqê de.   Çavkaniyên herêmê têkildarî mijarê diyar kirin ku di nav çekên Heşda Şabî ên taybet de tanga T 90 A  ku ala tabûrên Huzbilah li ser hatiye bilind kirin heye. Hêzên Iraqî tangên cureya T 90 di dest de ye lê cureya T 90 A  naxe nava şer.  Tevî vê yekê heman çavkaniyan diyar kir ku avêja cureya (Şîlka) di nav wan çekan de hate xuya kirin, ev yek zelal dike ku ev çek ji Sûriyê ber bi Iraqê ve çûne. Ji ber hêzên Hizbûlah li xaka Sûriyê bi Rêjîma Sûriyê re li Meheteya T2 re şer dikirin.    Hefteyek berê çavkaniyên heremî li bajarê Qamişlo, diyar kiribûn ku Hêzên Asayîşê endamên Hizbûlah û milîsên Îran li balafirgeha Kantona Qamişlo yên amdekariyên ji bo biçin Rabîaa Başûrê kurdistanê û derbasî Iraqê bibin, hatibûn dorpêçkirin.   Li gorî agahiyan, hate diyar kirin ku Rejîma Sûriyê bi sedan ji endamên Hizbûlah û milîsên Îranî bi rêxistin kirine, da ku berê wan bidin Rabîaa û destek û piştgiriyê bidin hêzên Heşda Şabî ya li dijî Pêşmergeyan.   MA / Erdogan Altan