Polîsan li Edeneyê herî kêm 16 kes binçav kirin 2019-02-14 09:22:24   EDENE - Polîsan li Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de herî kêm 16 kes binçav kirin.    Polîsan serê sibê li Edeneyê bi ser 38 navnîşanan de girt. Di çarçoveya lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de herî kêm 16 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku polîsan bi hesinan derî şikandin û li malan lêgerîn kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Hat îdîakirin ku kesên hatin binçavkirin "Amadekariya çalakiyên 15'ê Sibatê kirine."