Parêzerê Ocalan Emekçî: 15'ê Sibatê, li Rojhilata Navîn bû sedema krîz û aloziyê 2019-02-14 09:21:40 STENBOL - Parêzer Emran Emekçî, diyar kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê perçeyeke mudaxilekirina DYA'yê ya li Rojhilata Navîn e. Emekçî, destnîşan kir ku tecrîdkirina Ocalan ji 2015'an ve hatiye girankirin û bi vê re şerê li Sûriyeyê û krîz kûrtir bûye.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi destê hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser vê radestkirinê re 20 sal derbas bûn. Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer û ji 5'ê Nîsana 2015'an ve jî hevdîtina malbatan û heyetan a bi Ocalan re tê astengkirin. Herî dawî di 12'ê Çileyê de Ocalan bi birayê xwe Mehmet ocalan re hevdîtin çêkir.    Yek ji parêzerên Ocalan, Emran Emekçî pêvajoya 15'ê Sibatê ya 1999'an û çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina  Ocalan nirxand.    Emekçî, bilêv kir ku piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxsitin pêvajoya 15'ê Sibatê dest pê kiriye û ev yek ji bo DYA, Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) têxe meriyetê hatiye destpêkirin. Emekçî, bilêv kir ku Ocalan jî bi "Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk" li dijî vê porjeyê derdikeve. Emekçî, anî ziman ku ji ber hêzên wek DYA û Îngîltere, nikarin Ocalan bînin ser xeta xwe dixwazin bi vê planê wî tasfiye bikin.    'REWŞA ROJANE YA KOMPLOYÊ POLÎTÎKAYÊN LI SÛRIYEYÊ NE'    1Emekçî, destnîşan kir ku rewşa rojane ya komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê, rewşa heyî ya li Sûriyeyê ye û sedema girankirina tecrîda li ser Ocalan jî ew e ku Ocalan nikaribe mudaxileyî Rojhilata Navîn bike. Emekçî got: "Armanca tecrîda mutleq ev e. Lê çi qewimî? Li Sûriyeyê xitimandinek rû da. Ne DYA, ne jî Rûsya nikare çareser bike. Birêz Ocalan çareserî aşkere kiribû. Ev rastî careke din îspat bû. 20 sal berê jî dixwestin Rojhilata Navîn dîzayn bikin. Niha jî dixwazin bi heman awayî dîzayn bikin."    Emekçî, bilêv kir ku armanca ku Ocalan ji Rojhilata Navîn derket jî ew e bû ku demokrasiyê bîne Rojhilata Navîn û got: "Ger aştî, demokrasî bê Rojhilata Navîn wê tu wateyek tecrîdê nemîne. Ji ber hêzên hegemon naxwazin aştî û demokrasî bê Rojhilata Navîn, tecrîdê didomînin. Her ku dewlet ditengije serî li Ocalan dide. Eger dixwazin ev krîz jî çareser bibe, navnîşan diyar e. Herkes dizane li Rojhilata Navîn kesê herî gihaştî Ocalan e."    'YA TÊ KIRIN HIQÛQA DIJMINAHIYÊ YE'    Emekçî, anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî derhiqûqî hatiye avakirin û ev yek tê wateya hiqûqa revandinê. Emekçî, bilêv kir ku MÎT û CÎA di 1999'an de hevdîtin çêkirine û piştî van hevdîtinan Îmrali hatiye sazkirin û got: "Îmrali, ne qadeke hiqûqaê ye. Jixwe astengkirina hevdîtina bi parêzeran vê bêhiqûqîtiyê derdixe holê. Jixwe Birêz Ocalan pozîsyona xwe wekî 'rehîneyê siyasî' pênase kiribû. Ya tê kirin hiqûqa dijminahiyê ye."    'XWE BI ALOZIYÊ XWEYÎ DIKIN'    Emekçî, encamên 15'ê Sibatê krîz û aloziya li Rojhilata Navîn e û got: "Hîn wexta Birêz Ocalan li Sûriyeyê bû ji bo demokratîkbûyînê bang li Esad û Seddam dikir. Ji bo vê bang li Tirkiyeyê jî dikir. Xeta demokratîkbûyîn, aştiyê û xeta alozî û krîzê derpêş kir. Ev şerê herdu xeta ne. Hegemonyaya kapîtalîs xwe bi aloziyê xweyî dike. Ne li gor berjewendiyên 'çareseriya demokratîk' e. Dizanin wê polîtîkayên wan ê dagirkirinê bi kêr neyên."    'TECRÎD NE BIRYARA TIRKIYEYÊ TENÊ YE'    Emekçî, bi bîr xist ku parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin û got: "Sedema vê jî ew e ku fikrên Ocalan negihên raya giştî. Mantiqa tecrîdê ev e. Li Îmraliyê qanûnên asayî tune ne. Wexta mijar Ocalan be, hemû mafên bingehîn tên hilawistin. Rastiyeke bi vî rengî heye. Ew bi xwe jî nikarin qedexeya hevdîtinê ya parêzeran rave bikin. Ev biryar tenê ne ya Tirkiyeyê ye. Biryareke hzên navdewletî ye jî. Naxwazin Birêz Ocalan mudaxileyî Rojhilata Navîn bike. Li girtîgeheke asayî rewşeke bi vî rengî tune ye. Pêwendî, pêwendiya bi derve re tê qutkirin."    'WÊ AŞTÎ BIBE DESTKEFTIYA GELAN'    Emekçî, bi bîr xist ku Ocalan rewş û helwesta xwe ya li Îmraliyê wekî "Ji bo çareserkirina demokratîk û aştiyê erê, ji bo tasfiyeyê na" pênase dike û got: "Ocalan bi vê helwesta xwe dibêje 'ger hûn ehlê aştî û çareseriyê bin vaye ez li vir im û amade me rola xwe bilîzim, lê ger çareseirya demokratîk tune be ez jî tune me.' Bi vî awayî xwe li ber şertên wir radigire. Daxwaza wî çareserî ye, ji bo gelan e. Eger aştî û demokrasî bê vî welatî, Îmrali deriyê aştiyê ye. Tabî eger çareserkirinê bixwazin. Lê belê di nav dewletê de vîneke siyasî ya bi vî rengî derneket. Birêz Ocalan gotibû 'Li Tirkiyeyê vîneke ku xwe bide ber çareserkirinê tune ye. Tirkiye ne dikare li ser navê xwe şer bike ne jî aştiyê çêbike.' Aşkere û kifş e ku çareserî li Îmraliyê ye. Ev yek hat dîtin. Pirsgirêk ew e ku li holê vîneke ji bo çareserkirinê tune ye."    Emekçî, anî ziman ku wê aştiyeke demokratîk bi kêrî herkesî bê û ev yek ji bo kurdan û hemû gelên Tirkiyeyê pir girîng e. Emekçî got: "Îmrali cihê çareseriyê ye. Emekçî, destnîşan kir ku ji bilî diyaloga bi Îmaraliyê hemû rê wê bidin windakirin û got: "Wexta ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk biryar bê danîn, wê ev pêvajo bê derbaskirin."    MA / Yasîn Kobulan