Piştgiriya dê û bav a ji bo kurê di greva birçîbûnê de: Hûn her hebin 2019-02-14 09:18:14   MÊRDÎN – Dayik û bavên Sadettîn Yaşar ku 60 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bang li raya giştî kirin û ji girtiyên di greva birçîbûne re jî gotin: "Her hebin."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 99'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ji 16'ê Kanûna 2018'an ve didome.    Dê û bavên Sadettîn Yaşar ku ji sala 2008'an ve girtiye û 80 sal ceza lê hatiye birîn û li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa F a Kandirayê 60 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê bang li herkesî kirin.    'DEST Û PIYÊN ME GIRÊDAYÎNE'    Dayik Nûriye Yaşar, diyar kir ku dest û piyên wan girêdayiye û wiha sekinandîne. Yaşar, bilêv kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e û got: "Tenê ne wek dayika kurê xwe, wekî dayika hemû girtiyan dibêjim; Em aştiyê dixwazin. Tenê ne ji bo kurdan. Em ji bo gelên Tirkiyeyê hemûyan aştiyê dixwazin. Wê gel jî peywira xwe bi cih bîne."    ‘GELÊ KURD TÊ TECRÎDKIRIN'    Bav Siddik Yaşar jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser hemû gelê kurd tê sepandin û got: "Divê çi kurd, çi tirk herkes destekê bide çalakiyên greva birçîbûnê. Divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin. Divê gelê me rabe ser piya, xwedî li grevên birçîbûnê derkeve. Divê hikûmeta Tirkiyeyê jî vê yekê bibîne. Wexta vê yekê bibîne wê mecbûr bimîne gavekê bavêje. Ev grevên birçîbûnê herkesî eleqedar dike."    Bav Yaşar, diyar kir ku ev tecrîd zirarê dide gelên Tirkiyeyê, gelê tirk jî di nav vî agirî de ne û got: "Divê êdî herkes tev bigere. Em dizanin ji gelê kurd jî bi hezaran kes bêdeng e. Divê êdî hişyar bibin. Bila dawî li tecrîdkirina Ocalan û gelê kurd bê ku aştî, bedewî, aramî û biratî çêbibe."    Bav Yaşar ji bo kurê xwe û hemû girtiyên di greva birçîbûnê de got: "Ji bo hemû kesên ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê serkeftin. Ez dil û can we hemûyan hemêz dikim. Hûn her hebin."    MA / Ahmet Kanbal