Suheyla Taş a di greva birçîbûnê de: Şikandina tecrîdê wê bibe destpêkeke nû 2019-02-14 09:15:55 ENQERE - Suheyla Taş ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 51 roj in di greva birçîbûn de ye, got: "Ji bîr nekin, bêdengî hevkarî ye! Şikandina tecrîdê wê ji bo me bibe destpêkeke nû."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 99'an de didome. Bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome û di roja 61'ê de ye. Yek ji van girtiyan jî Suheyla Taş e ku li Girtîgeha Jina ya Sîncanê 51 roj in di greva birçîbûnê de ye. Taş, nameyek şand û bal kişand ser greva birçîbûnê.    ‘EM JIYANEKE BEDEW HILBIJÊRIN'    Taş di nameya xwe de got: "Mirovê zana dibêjin 'jiyan vebêjiyek e.' Niha em jî di zindanan de li pêyî vê vebêjiyê ne. Wekî hevrêyên me yên li Zindana Amedê gotin 'Berxwedan Jiyan e.' Lew, wexta mirov stêra xwe bişopîne, ne mimkun e ku negihê lîmana rûmetê. Mirovê zana bi gotina xwe ya 'civak bixwe çavkaniyeke muazzam a çareseriyê ye. Bes, em karibin xwe ji çeşnên nexweşînên kujende yên wekî pençeşêrê xelas bikin; em cîhana xwe ya ku jiyaneke wekî bihuştê afirandiye baş zanibin' rêya rast a jiyanê li ber me xistiye.    EM WEK ROJA EWIL ZINDÎ NE    Gotineke pêşiyên çîniyan dibêje 'mamoste derî vedike, lê tu bixwe dikevî hundur.' Ji zûvde ye mirovê zana derî li me vekiriye, êdî divê em têkevin hundur. Min biryar da ku ez di vî deriyî re têkevim hundur û beramberiya vê daxwaza mafdar ne gotin e, çalakî ye! Ji ber vê min jî wekî nêzî 300 hevalên xwe beden û vîna xwe da ber vî şerê ku bi pêşengiya Leyla Guven hat destpêkirin. Dexl, ji bo hêşînbûnê dimire... Niha, di vê kêliya ez van gotinan dinivîsînim de çalakiya min û Sariye Taşkesen û Zelîha Ustabaş di roja 43'yan de ye. Biryara me wek roja ewil zindî ye.    Niha, tekane serdêrê min hevalê Kemal Pîr e ku mirov qeymîşî wî nake wî xiyal jî bike. Di her serdêra wî de tenê sahneyek û tenê gotinek heye: 'Hûn xweşik dibin.' Wexta ez li wan difikirim, pênûsa min hizirdar û metelmayî ye û xwaromaro xêz dike.    BÊDENGÎ HEVKARÎ YE    Mirovê zana, xwedî liv û tevgereke ku ji bo xwe bigihînê dijî û ji bo jiyanê bi her tiştî re şer dike. Loma divê em jî ji bo jiyanê bitêkoşin. Ne hewce ye mirov ji bo masî nas bike avjeniyê bike û ne hewce ye ji bo stêrê nas bike biçirise. Ji bîr nekin, bêdengî hevkarî ye! Wê şikandina tecrîdê ji bo me bibe destpêkeke nû û pêkanîna vê yekê di dîroka me de veşarî ye. Belkî di vê rêyê de bedêl bên dayîn. Lê belê em jî berdewamê çandeke berxwedanê ne. Ji bo careke din dayik negirîn, em ji bo bedêlê amade ne.    Berî ez we bi ruhê berxwedanê silav bikim dixwazim vê bêjim: Hewldana azadiyê ya ji bo her hucreyeke zindî, di vî şerî de belorîbûna ked û sebrê ye. Loma şerê me şerekî yeman, balkêş û pêkhêner e. Ez evîndarê vî şerî me. Hestên min, heza min, bêrîkirina min, xiyalên min tim ber bi vê ve herikîn û wisa bi rê ve çûm. Wê ji niha û pê ve jî ew hêlên min ên naherikin jî bi vê berxwedanê biherikin û bi dilê xwe, bi mêjiyê xwe û bi hemû hêza xwe ber bi şerê serketinê ve dibezim."