Ji 3 zarokên birîndar bûn 1 jê emeliyat bû 2017-11-05 13:30:17 MÊRDÎN - 3 zarokên duh li navçeya Nisêbînê dilîstin, teqemenî bi destê wan de teqiya û birîndar bûn. Ji 3 zarokan 2 jê hatin dermankirin û çûn malê. Yek jê jî emeliyat bû.   Li kolana Yasemîn a Taxa Yenîşehîr a Nisêbîna Mêrdînê, zarokan perçeyek li erdê dît. Perçe, di nav destê zarokan de teqiya. Di teqînê de zarok N.Y., Y.Y. û O.Y. ku temenê wan di navbera 12-13 saln de birîndar bûn. Welatiyên derdorê zarok birin nexweşxaneyê.    Ji zarokên birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisebinê Y.Y. û O.Y. pişti hatin dermankirin ew şandin malê. N.Y. jî ji Nisêbînê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê hat kirin. N.Y. ku rakirin Mêrdînê emeliyat kirin. Hat diyar kirin ku talûkeya mirinê ji ser xwe avêtiye.    Di 31'ê Adarê de li Taxa Abdulkdaîr Paşayê ya Nisêbînê xwişk û birayên hev Havîn (3) û Fatih Guneş (5) ji ber teqîna cismeke nediyar jiyana xwe ji dest dabûn.