ROJEVA 14'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-14 09:00:19 * Li Erdîşa Wanê xebatên hilbijartinê bênavber û bi coşeke mezin dewam dikin. Namzetên hevşaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmût Pala, gotin ew ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin.  * Suheyla Taş ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 51 roj in di greva birçîbûn de ye, got: "Ji bîr nekin, bêdengî hevkarî ye! Şikandina tecrîdê wê ji bo me bibe destpêkeke nû."    * Pîlotê teqawidbûyî Bahadir Altan, bal kişand ser gotinên Tayyip Erdogan ku gotibû "Ma hûn dizanin fiyetê guleyekê bi çi qasî ye?" Altan, diyar kir ku Erdogan bi van gotinan li polîtîkayên xwe yên şerî "mikur hatiye" û got: "Heta polîtîkaya şer dewam bike, wê çavkaniyên vî welatî hemû ji bo şer bên xerckirin."    * Îpek Gur, xwişka Berpirsiyarê Rêya Şoreşger a Kurdistanê Orhan Keskîn ku li Girtîgeha Amedê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku dîrok dubare dibe û got: "Di 12'ê Îlonê de ji bo li ber faşîzmê serî netewe tekane rê ew bû ku mirov bedena xwe bidin ber mirinê. Niha jî li dijî faşîzm û tecrîdê rengê berxwedanê greva birçîbûnê ne."    * Dayik û bavên Sadettîn Yaşar ku 60 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bang li raya giştî kirin û ji girtiyên di greva birçîbûne re jî gotin: "Her hebin."    * Mehmet Alî Kartal, birayê Metîn Serhat ku li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Xarpêtê di greva birçîbûnê de ye, got: "Berî rewşeke êşbar rû bide, divê daxwaza xizmên me yên di greva birçîbûnê de bê qebûlkirin."    * Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere-Rîzeyê tevî 8 hevalên xwe di greva birçîbûnê de ye got: "Bedêla wê çi dibe bila bibe heta tecrîd neyê şikandin wê çalakiya me dewam bike." Malbata wî jî, bang li raya giştî kir ku bibe dengê çalakgeran.    * Yek ji avakarên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Rahîme Înce ku di 15'ê Sibata 1999'an de tev li gelek çalakiyan bû got: "Em ê tecrîdkirina Rêberê xwe qebûl nekin. Jinên berê li dijî tecrîdê li ber xwe dan, niha jî di şexsê Leyla Guven de li ber xwe didin."    * Fahrettîn Tûncel, bavê Sebahat Tûncel ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, bilêv kir ku ew piştgiriyê didin biryara keça xwe, lê belê piştgiriya malbatê tenê têr nake û got: "Divê hêzên demokrasiyê û gel jî xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin."    * Parêzer Emran Emekçî, diyar kir ku di 15'ê Sibata 1999'an de radestkirina Ocalan a Tirkiyeyê perçeyeke mudaxilekirina DYA'yê ya li Rojhilata Navîn e. Emekçî, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan ji 2015'an ve hatiye girnakirin û bi vê re şerê li Sûriyeyê û krîz kûrtir bûye.    * HDP'yî dê ji bo greva birçîbûnê ya roja 100'emîn a Hevseroka KCD'ê Leyla Guven Mêrdînê, Rihayê ber bi Amedê ve dest bi meşê bikin.    * Danişîna 7'emîn a doza Yilidirim ên birayê hev polîsan panzêr li wan qeliband û jiyana xwe ji dest dan dê li Dadgeha Cizîrê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna 3'yemîn a doza nûçegihanên ETHA'yê Îsmînaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên EHB'yî jî di nav de 23 kesên tên darizandin li Dadgeha Stenbolê bê dîtin. (09.30)   * Danişîna 4'emîn a doza endamên HDP û HDK'ê jî di nav de 3 jê girtî û 29 kesên tên darizandin dê li Dadgeha Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî ya ji Ewrûpayê hat Amedê dê di çarçoveya hevdîtinên xwe de Meclîsa Dayikên Aştiyê, KCD, TJA û DBP'ê ziyaret bike. Heyet dê pişt re li avahiya KCD'ê têkildarî hevdîtinên xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00-17.00)