Gelo li Şemzînanê leşkerên kuştî vedişêrin? 2017-11-05 13:15:27 COLEMÊRG - Rayedarên dewletê diyar kirin ku li Şemzînanê di şer de 2 cerdevan û 6 leşkaran jiyana xwe ji destan dane. Lê çavkaniyên herêmî û nexweşxanê yên Şemzînanê, diyar kirin ku rayedar hêjmara leşkerên hatine kuştin vedişêrin û hêjmar zêdetir e.  Li nevçeya Şemzînan Colemergê di 3’ê Mijdarê de şer pêk hat. Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK), têkildarî mijarê daxuyaniya da û got "2 cerdevan û 6 leşker hatin kuştin" Lê çavkaniyên herêmî û nexweşxanê, diyar kirin ku rayedar hêjmara leşker û cerdevanên hatine kuştin vedişêrin û hêjmara leşkerên hatine kuştin hêj zêdetir in.    ÇAVKANIYÊN HERÊMÎ: QEREQOL TAR Û MAR BÛ    Welatiyen herêmê diyar kirin ku li herêma Bêsosinê 2 rojan bê navber şer berdewam kir. Welatiyan anîn ziman ku di şer de gelek leşker birîndar bûn. Welatiyan anîn ziman ku qereqola Bêsosinê tar û mar bû û hemû qereqol ser û bin bû.    ÇAVKANIYÊN NEXWEŞXANEYÊ: QATÊ JOR TEV TIJE BIRÎNDAR IN   Çavkaniyên nexweşxaneya Geverê û Şemzînanê jî diyar kirin ku gelek leşkerên birîndar hatin nexweşxaneyê. Çavkaniyên nexwexaneya Şemzînanê destnîşan kirin ku zêdeyî 10 cenazeyên leşkeran anîn nexweşxaneyê. Çavkaniyên Neweşxaneya 150 Doşek a 3 qat a Geverê jî ani ziman ku gelek leşkerên birîndar anîn nexweşxaneyê û qatê jor tev birîndar bi cih kirin.    ÇÛN Û HATINA HELÎKOPTERAN A NEXWEŞXANEYÊ ZÊDE BÛ   Di dimenên kamerayan de jî hat dîtin ku piştî operasyonê liv û tevgera helîkopteran û çuna helîkopteran a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê zêde bûye. Hat zanin ku piştî şer li Nexweşxaneya Şemzînane jî tevgera helîkopteran zêde bû. Di qezayê de jî Fermandarê Efser ê 39 salî Burak Bilen jiyana xwe ji dest da û 2 cawîse pispor birindar bûn. Ji ber hêjmara birîndaran zêde bû Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu û piştre jî Fermandarê Giştî yê Artêşê Orgeneral Hulusi Akar û fermandarên hêzê çûn navçeya Şemzînanê.