Mehmet Gok ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da spartin axê 2019-02-13 19:32:52   EDENE - Girtiyê Siyasî yê 62 salî ku 24 salin girtî ye Mehmet Gok, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê ya Mêrsînê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Gok, li Ceyhanê spartin axê.    Girtiyê siyasî Mehmet Gok ê 62 salî ku 24 salin girtî ye, li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê jiyana xwe ji dest da. Gok ku li kawîşa C-16 dima, şevê din krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Biraziyê Gok Veysel Gok, anî ziman ku dilê mamê wî rawestiya û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Mehmet Gok ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî karê otopsiyê cenazeyê Gok teslîmî malbatê kirin. Malbatê piştî cenazeyê Gok ji morgê wergirtin, birin Seyhanê. Malbatê piştî merasima olî li Goristana Asri ya Ceyhanê bi girseyî defin kirin û dua xwendin.    Gok ji 1995'an heta niha girtî ye û 24 salin girtî bû.