Rojnameger Semiha Alankuş hat darizandin 2019-02-13 18:18:09   AMED – Rojnameger Semiha Alankuş, ku der barê wê de doz hatibû vekirin, derket pêşberî dadgehê. Alankuş, di danişînê de sûcdariya der barê xwe de red kir û got: "Ez şahidiya nepen qebûl nakim. Ez rojnameger im." Heyetê biryarda ku avêtina îmzeyê rake û doz taloq kir.    Danişîna rojnameger Semiha Alankuş ku bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" doz lê hatibû vekirin li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Alankuş û parêzerê wê Resul Tamur amade bûn.    'EZ ROJNAMEGER IM'   Alankuş, di danişînê de sucdariya der barê xwe de red kir û wiha got: “Ez ne endamê PKK'ê me. Ez rojnameger im. Hemû axaftinên min vekirî û aşkere ne. Tu têkiliya min û KJA, TJA û Welatiyên azad tune ye. Ez rojnameger im. Ez îfadeya şahidê nepen ya der barê xwe de qebûl nakim. Ez beraeta xwe dixwazim."    Dozger xwest materyalên di operasyonê de hatin girtin weki delîl bên lekolîn kirin û xwest li benda encama lêkolinan bêhiştin. Dozger xwest îmzekirin û qedexeya derketina derve berdewam bike. Parêzerê Alankuş Resul Tamur jî anî ziman ku pêwistî bi bendemayina materlayên dijîtal tune ye û beraeta muwekila xwe xwest.    ŞERTE ÎMZE AVÊTINÊ RAKIR   Heyetê piştre der barê Rojnameger Alankuş de biryara şerte avetina îmzeyê rakir û danişîn taloq kir.