Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî Guven ziyaret kir: Tecrîdê rakin 2019-02-13 18:03:11   AMED - Heyeta Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ziyaret kir. Piştî ziyaretê Wezîrê Karê Hundir û Dadê yê Îzlanda yê berê Ogmundur Jónasson axivî û diyar kir ku Leyla Guven dê dest ji çalakiya xwe bernede û wiha bang li rayedaran kir: "Em dibêjin tecrîdê rakin û daxwaza wê bicih bînin."    Heyeta Delegasyona Aştiyê ya ji Ewrûpa hat Amedê çû serdana Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leylga Guven a 98 roj in di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin. Ziyaret beriya Guven rakin nexweşxaneyê pêk hat. Aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Dayika Aştiyê Havva Kiran heyetê pêşwazîkirin.    'TECRÎDÊ RAKIN'    Piştî serdanê heyetê li ber mala Guven daxuyanî da çapemeniyê. Wezîrê Karê Hundir û Dadê yê Îzlanda yê berê Ogmundur Jónasson li ser navê heyetê axivî û bal kişan ser greva birçîbûnê ya Guven ku ketiye asta krîtîk û got: "Em heyetek ji welatên cuda hatine vir. Em ji bo desteka Guven û girtiyên di çalakiyê de ne hatin vir. Daxwaza wan daxwaza me ye jî. Me bi Leyla re hevdîtin pêk anî. Dengê Leyla hinek kêm bûye. Pirsgirêkên wê tenduristiyê hene. Lê di daxwaza we de bi biryar e. Îhtîmala mirinê yan jî tiştek dinê nikare Leyla ji çalakiya wê bide berdan. Em li vir bang li rayedaran dikin; tecrîdê rakin û daxwazê bibersivînin. Ji tiştek muhtemel biqewime hûn berpirsyarin."    'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Akademîsyena Arjantînî Beverly Ann Keen ku di heyetê de cih digire jî wiha got: "Em ji bo piştigiriya Guven û hemû çalakgeran hatin. Daxwaza wan gelek mirovî ye. Dema em li tecrîdê dinêrin li dijî mirovatiyê ye. Divê hikumeta Tirkiyeyê demildest gav biavêje û daxwaza wan qebûl bike. Me îro silavên Plaza De Mayo ji Leyla re anî."    Heyet piştî daxuyaniyê derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bû û dê li vir bi nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re civînê li dar bixe.    Navên di heyetê de cih digirin wiha ne: Wezîrê Karê Hundir û Dadê yê Îzlanda yê berê Ogmundur JónassonNora Irma Morales de Cortiñas (Aktîvîsta mafê mirovan a ji Arjantînê û ji pêşenga Însiyatîfa Dayikên Plaza de Mayo) Manuel Cortes (Sekrterya Sendîkaya Barkêşiyê ya Britanya) Beverly Ann Keene (Akademîsyen, aborînas, aktîvîsta mafê mirovan a ji Arjantînê), Paul Scholey (Hiqûqnas- ji sendîkaya Brîtanya), Maxine Peak (Aktor, nivîskar û derhêner), Connor Hayes (Xwendekara Beşa Felsefe ya Zanîngeha Edinburghê), Tony Burke (Alîkariya Sekreteriya Giştî ya Senîkaya UNITE ya Britanya.)