ÎHD’ê li ser êrîşa Esenyurtê rapor amade kir 2019-02-13 16:06:59   STENBOL - Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, têkildarî êrîşa li dijî welatiyên Sûriyeyî yên li Esenyurtê rapora çavdêriyê amade kir. Endama Komisyonê Meral Çildir, diyar kir ku ji bo êrîşên nijadperestî bi dawî bibin divê kesên êrîş pêk anîne bên cezakirin."    Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi armanca êrîşa li dijî welatiyên Sûriyeyî yên li Esenyurt û Baglarçeşme ku di 9'ê Sibatê de pêk hat lêkolîn bike çavdêrî kir û piştî çavdêriyê rapor amade kir.  Komîsyonê rapor li şaxa ÎHD'ê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, diyar kir ku bi qasî dixwestin dane bi dest nexistin û wiha got: “Me nekarîbû bi meqamên fermî re hevdîtin bikin. Bi qasî me hevdîtin pêk anî û agahî bi dest xistin me rapor amade kir. Em vê bûyerê wekî êrîşa nijadperest dinirxînin."    Piştî Eren Keskîn rapor hat xwendin. Endama Komîsyona li Dijî Nijadperestî û Cudakariyê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, Meral Çildir rapora ku amade kiribû xwend. Çildir, anî ziman ku li dijî kargeriyên erebên Sûriyeyî êrîş pêk hatine û wiha got: "Me tekildarî bûyerê bi şêniyên taxê re hevdîtin kirin. Bûyerê bêtir bi “Sinopî" û “Erebên Sûriyeyî" ve girê didin. Li gorî gotinan di dahwetek Sûriyeyîyan de ciwanek bi gotinan tacîzî jinekê dike. Piştî vê yekê di navbera xortên Sûriyeyî û Sinopuyan de niqaş derdikeve. Di pevçûnê de kesên birîndar bûn hene. Piştî nriqaşan koma Sinopî komek mezin a Tirkan dide pişta xwe û diçin bi ser kargeriyên ereban de digirin. Nêzî 15-20 kargeriyên ereban rastî êrîşê hatin. Di vê êrîşê de ne tenê Tirkên Sinopî, di heman demê de Tirkên ku ji Sûriyeyiyan nefretê dikin jî tev li vê êrîşê bûn. Di êrîşê de dirûşmeyên 'Vir Tirkiye ye, ne sûriye ye." berz kirin û tekbîrên 'Allahuekber' berz kirin."   Çildir, destnîşan kir ku dema hevdîtin kirin ji herdu koman jî li ber nexweşxaneyê rawestiya bûn û di her kêliyê de dibe ku bûyerên nexweş pêş bikevin. Çildir, da zanîn ku dirûşmeyên nijadperest berz kirine û wiha got: "Ji bo rê li pêş van bûyerên nijadperest bên girtin divê ceza bê dayîn. Welatiyên Sûriye ji tirsan newêrin serpêhatiyên xwe bînin ziman"