KCD: Cezayê li Irmak qatiye birîn di wîcdanê gel de cihê wê tune 2017-11-05 12:36:31   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 10 sal cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê hat birîn şermezar kir û anî ziman ku cezayê li Irmak hatiye birîn li dijî hiquqê ye û di wîcdanê gel de cihê wê tune ye. KCD'ê bang li saziyên demokratîk kir û xwes li hemberî daraza AKP'ê helwesta demosratîk nîşan bidin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî salvegera girtina parlamenterên HDP'ê û cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hat birîn daxuyanî da. KCD'ê diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê di dîroka xwe de her tim li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê qirkirina çandî û fîzîkî meşandiye û wiha got: "Niha ev qirkirina bi destê îktîdara AKP’ê ve bi awayekî herî hovane tê meşandin. AKP li aliyekê faşîzma xwe li ser gelan dimeşîne û li aliyê din jî daraz kiriye ya AKP’e û hemû muxalîfan davêje girtîgehê."    KCD'ê da zanîn ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, bi darbeya OHAL û KHK’ê re çi ji destên wan hat li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê meşand û wiha got: "Em îro merhaleya faşîzan a van pêkanîn dijîn. Ev hişmendî hemû nirxên civakê desteser dike, tune dihesibîne, êrîş dike û komkujiyan dike. Hemû muxalefa civakê hedef digire. Bi operasyona qirkirina siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an di nava wan de Hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sabahat Tuncel jî hene gelek parlamenter û siyasetmedarên kurd binçav kirin û girtin. Siyasetmedarên kurd salek e bi destê daraza AKP’ê li girtîgehan rehîn tên girtin û ceza li wan dibirin. Hevseroka me ya berê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ji ber xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 10 sal ceza lê birîn. Ev ceza nîşan dide ku bê daraz çiqasî bûye parçeyeke darbeya OHAL’ê.  Daraza AKP’ê bi van cezayan dixwaze civaka rêxistinkirî ya bi pêşengiya jinan derketiye holê û siyaseta demokratîk ceza bike. Divê were zanîn ku ev cezaya ku li Irmak birîne ne di hiqûqê de û ne jî di wijdanê gel de tu cihê wê tune ye. KCD ji damezrandina xwe heta niha xebatên xwe bi awayekî vekirî û bi gel re meşandiye û dimeşîne. Em careke din dixwazin bi bîr bixin ku ji ber van xebatan cezakirina Irmak bi tu awayî nayê qebûlkirin.    JI KCD'Ê BANG    Wekî Kongreya Civaka Demokratîk daxwaz dikin ku di serî de birêz Irmak û hemû girtiyên siyasî demildest serbest bên berdan. Ji gel, sazî û dezgehên demokratîk re jî banga me ew e ku li hemberî daraza AKP’ê helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin û bi hemû girtiyên siyasî re di nava tevkariyê de bin."