Leyla Guven rakirin nexweşxaneyêGuven tedawî red kir 2019-02-13 15:11:30 AMED - Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 98 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye rewşa wê giran bû û li ser vê yekê rakirin nexweşxaneyê.   Endamên Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî bi armanca Hevseroka KCD'e Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 98 rojin di grevê de ye ziyaret bikin hatin Amedê û Guven li mala wê ziyaret kirin. Pişti heyetê Guven ziyaret kir, dema heyetê li baxçeyê sîteyê daxuyanî didan Guven ji ser xwe çû. Yekîneyên Tenduristiyê diyar kirin ku ser sînga wê giran bû û Guven rakirin nexweşxaeyek taybet.  Piştî ku Leyla ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê, Leyla tedawî qebûl nekir. Hat zanîn ku Leyla Guven rakirine beşa giran û ritmê dilê wê tê şopandin.