Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê serdegirtinên malan 2019-02-13 12:55:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Kocaelî û Meletiyê polîsan bi ser gelek malan de girt û rojnameger Melîke Ceyhan jî di nav de gelek kes binçav kirin.    Li Stenbolê polîsan duh bi şev bi ser gelek malan de girtibû û gelek kes binçav kiribû. Rojnameger Melîke Ceyhan û Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê Umraniyeyê Damla Savci jî di di nav de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.    Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê tên ragirtin.    KOCAELÎ   Polîsan li Kocaeliyê jî bi ser malên rêveber û endamên HDP'ê de girt. Di serdegirtina malên li navçeyên Gebze, Derînce û Darica pêk hatin Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Kocaeliyê Leyla Aygun jî di nav de 10 kes hatin binçakvirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Kocaeliyê.     LI MELETIYÊ SERDEGIRTINÊN MALAN    Li Meletiyê jî polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Miduriyeta Polîsan a Meletiyê daxuyanî da û daxuyand ku wan bi kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê li Meletiyê Û Stenbolê operasyonên hemwext li dar xistine.    Li gorî daxuyaniya miduriyetê li navenda Meletiyê 6 kes, li navçeya Akçadagê 2 kes, li navçeya Arguvanê kesek, li navçeya Doganşehîrê kesek û li Stenbolê jî kesek bi giştî 11 kes binçav kirine.