Li Çewligê gelek kes hatin binçavkirin 2019-02-13 12:17:13   ÇEWLIG - Li Çewligê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.    Li navenda Çewligê îro serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serde girtina malan de mal hatin serûbinkirin. Namzetê Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Çewligê Mehmet Bahçadurmuş, endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê, Yunus Bulut, Serkan Kaya, Kanî Solmaz û Kanî Tunç jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Kesên binçavkirî birin birin Miduriyeta Polîsan a Çewligê. Dozgeriya Çewligê biryara nepen danî ser dosyeyê û hêceta binçavkirinê nehat zanîn.