3 kes li Amedê hatin binçavkirin 2017-11-05 11:46:52   AMED - Polîsan li Amedê bi ser malekê de girtin û ji heman malbatê rêvebera bajêr a DBP’ê Zozan Akboga, dayîka wê Şukran Akboga û birayê wê Welat Akboga binçav kirin.     Li navçeya Rezana Amedê polîsên hêza taybet şevê din bi hinceta “Îxbarê heye” di ser malekê de girin û hemû alavên malê belav kirin. Hat zanîn ku polîsan çek xistiye serê welatiyên malê û gef û heqaret li wan kirin. Polîsan piştî lêgerîna malê rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê Zozan Akboga (27), birayê wê Welat Akboga (23) û dayîka wê Şukran Akboga (60) binçav kirin. Piştre dayîk Akboga hat berdan û her du kesên din birin Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.