Bijîşk Zekî Gul: Pêdivî bi heyetên serbixwe heye û divê neyên taloqkirin 2019-02-13 09:31:13 ÎZMÎR - Bijîşk Zekî Gul, çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin û destnşan kir ku di pêvajoyên ku heyetên serbixwe hatin avakirin, encamên neyînî rû nedan û wiha: "Heyetên serbixwe, divêtiyeke ku nayê taloqkirin."  Çalakiya greva virçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 98'an de ye. Her wiha li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi heman daxwazî hat destpêkirin di roja 60'î de ye. Bijîşk Zekî Gul ku ji sala 1995'an ve di bin banê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) de di qada mafên mirovan de tev digere û di 20 salên dawî de di nav pêvajoyên şopandinê ya serbixwe ya li girtîgehan de cih digire, bal kişand ser grevên birçîbûnê yên niha didomin.    'DIBE DI ROJÊN PÊŞ DE PIRSGIRÊK RÛ BIDIN'    Gul, diyar kir ku li Tirkiyeyê di 50 salên dawî de grevên birçîbûnê çêdibin, lê belê bi çalakiya dawî ya li girtîgehan ev yek veguheriye asteke girseyî û di pêvajoya greva dawî de hem di warê etîkê hem jî di warê tibbî de pirsgirêk rû dane. Gul, anî ziman ku niha çalakiya greva birçîbûnê di asteke krîtîk de ye û dibe di rojên pêş de pirgirêkên norolojîk û pirgirêkên din rû bidin. Gul, diyar kir ku encamên greva birçîbûnê tibbî ne û got: "Me dît, bi taybetş yên vîtamîna koma B1 nagirin an jî girtina wan tê astengkirin bi prisgirêkên norolojîk re rû bi rû mane. Yanî astengkirina vîtamîna B1 an jî kompleksa B'yê dibe sedema pirsgirêkan. Bi qasî em ji çapemeniyê û parêzerên diçin girtîgehan hîn dibin ku, li hin girtîgehan pirsgirêka vîtamînan heye. Lê divê ev neyê jibîrkirin; li gorî qanûnên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê astengkirina vîtamînan îşkence û muameleya kirêt e."    'MUDAXILBÛNA BJÎŞKÊN GIRTÎGEHÊ TIŞTEKÎ GIRÎNG E'    Gul, bi bîr xist ku di serdemên berê de ji ber ji bo girtiyekî nexweşîna şekir lê peyda bibûe şert û mercên diyetê nehatine peydakirin, DMME'yê Tirkiyeyê ceza kiriye û vê rewşê "wekî îşkence û muameleya kirêt" qebûl kiriye. Gul, destnîşan kir ku ger di grevên briçîbûnê de vîtamîna B1 neyê dayîn wê ji ber vê di mejî de xisaretên mezin rû bidein û got: "Her wiha astengkirina vê yekê jî îşkence û muameleya nebaş e. Ev ji bo bijîşkan jî pir girîng e. Divê bijîşkên girtîgehê daxilî vê yekê bibin û ji bo danîna xwê, vîtamînên B1, B2, B6 bi hesasiyet tev bigerin. Wexta vîtamîna kompleksa B neyê dayîn; wê ji bo demeke dirêj û navîn pirsgirêkên mêjî rû bidin, lê belê ji bilî vê jî piştî roja 20'an a grevê dilê girtiyan hêdî hêdî dixele. Dilxelandin û verişandin jît ê wateya ku ew kes di warê kalorî û xwê de baş nayê xweyîkirin. Heta verişîneke zêde car heye ji bo jiyanê dibe sedema rewşeke talûke."    CEZAYÊN HUCREYÊ    Gul, bilêv kir ku ew dibihîsin ku li hin girtîgehan girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan û got: "Xistina hucreyê ya kesekî di gerva birçîbûnê de; di warê peymanên navdewletî û Qanûna Bingehîn de dê bibe sedema encamên neyînî. Her wiha di warê tibî de jî pêkanîneke nebaş e. Bi taybetî divê bijîşkên li girtîgehê destûra vê yekê nedin. Ji bo vê ne hewce ye mirov tibê bixwîne. Eger bi awayekî hêsan binrixînin, greva birçîbûnê çî ye? Kes tiştekî naxwe. Yanî kalorî û enerjiya ji bo wucûdê kêm dibe. Xistina hucreyê tê wateya ku wê ew kes ji paqijiyê bigire her tiştî bixwe bike. Di hucreyê de pêkanîna van tiştan zehmet e. Ev yek rê li ber lezandina bandorên gervê dike. Peywira bijîşk ew e ku tenduristiya kesê dişopîne baş be. Cezayê hucreyê nayê qebûlkirin. Hele ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ev tê wateya îşkence û muameleyeke kirêt. Bereksê vê divê ji bo wan refeqatvan bên peydakirin."    ‘DIVÊTIYEKE KU NAYÊ TALOQKIRIN'    Gul, destnîşan kir ku ji rewşa heyî jî dixuyê ku pêdivî zêde bi heyetên serbixwe hene û got: "Dema em li mînakên li cîhanê û Tirkiyeyê dinerin, wexta heyetên serbixwe çûne girtîgehan pirsgirêkê kêm bûne. Mesela, di wan deman de nedayîna xwê û vîtamînan û birîna cezayê hucreyê tune ye. Wexta dev ji greva birçîbûnê berdane jî, encamên wekî mirinê derneketine holê. A rast Wezareta Dadê jî hay ji vê heye. Heyetên serbixwe, divêtiyeke ku nayê taloqkirin. Çimkî ev peydakirina baweriyê ye. Ger heyetên serbixwe daxil bibin, wê pirsgirêk jî kêm bin. Niha asta grevên birçîbûnê cihê şik û gumana ye. Êdî em naxwazin bibin şahidên mirinan û xesarên mayînde yên li ser bedenan."    WÊ DER BARÊ GUVENÊ DE DAXUYANIYÊ BIDIN    Gul, bal kişand ser rewşa Leyla Guven jî û got: "Niha greva birçîbûnê ya Birêz Guven hîn bêtir di asteke krîtîk de ye. Jixwe wê saziyên ku ji nêz ve rewşa tenduristiya wê dişopînin di demeke nêz de daxuyaniyekê bidin. Eger em dixwazin aştî çêbibe û pirsgirêk rû nedin, divê saziyên fermî jî peywira xw ebi cih bînin."    MA / Nîmet Olmez