Xwişka Yuksel Koç: Berî bi derengî bikeve em tiştekî bikin 2019-02-13 09:29:40 STENBOL - Cahîde Yildirim bal kişand ser çalakiya birayê xwe Yuksel Koç ê 59 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê de ye û wiha got: "Ma wê yên di greva birçîbûnê de heta kengî bi tenê li ber xwe bidin. Werin em dest bi bidin destê hevdu, dil bispêrin dilê hevdu û dakevin kuçeyan. Berî bi derengî bikeve, em tiştekî bikin."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 98'an de didome. Li Hewlêrê jî bi heman daxwazê çalakiya Nasir Yagiz di roja 85'an de ye û li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 60'î de ye. Bi heman daxwazê li Ewropayê jî gelek siyasetmedar, rojnamevan û aktivîst ji 17'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî Yuksel Koç e ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye.    TENDURSITIYA WÎ NEBAŞ E    Cahîde Yildirim, xwişka Yuksel Koç, bilêv kir ku rewşa birayê wê nebaş e û ji ber bi zorê diaxive êdî ew nikarin bi telefonê jî pê re biaxivin. Yildirim, Leyla Guven silav kir û got: "Em ji vir silav û hezkirinên xwe ji Leyla Guvenê re dişînin. Ew kaniya rûmet û serbilindahiyê te."    ‘NEYTEKE DEWLETÊ YA ÇARESERKIRINÊ TUNE YE'    Yildirim, destnîşan kir ku çalakiyên greva birçîbûnê ketine asteke pir krîtîk û got: "Neyteke dewletê ya ji bo çareserkirinê tune ye. Loma ez bang li hemû gelê me dikim. Ma wê ên di greva birçîbûnê de heta kengî li ber xwe bidin. Werin em dest bi bidin destê hevdu, dil bispêrin dilê hevdu û dakevin kuçeyan. heta em danekevin kuçeyan wê kes me nebihîse. Em dengê xwe bilind bikin da zarokên me bijîn. Berî pir bi derengî bikeve, divê em tiştina bikin. Her tişt di destê me de ye. Jiyana zarokên me, xwişk û birayên me di dest me de ye."    Yildirim, herî dawî bang li birayê xwe Yuksel koç kir û got: "Silav ji bo te û hevrêyên te. Ji bo we her roj li kuçeya me. Heta ji dest min tê li ber xwe didim û hewl didim berxwedana we xurtir bibe. Ji bo ev tecrîd bê şikandin ez ê li kuçeyan bim. Canek min heye, bila wî jî bistînin. Bila ev can fedayî te û hevrêyên te be. Em ê vê tecrîdê bişikînin."