‘Azadiya Ocalan azadiya gelan e’ 2017-11-05 11:32:10 STENBOL – Ji bo dawî anîna tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nasnameyên di çalakiya greva birçîbûnê de kom bûn, gotin "Azadiya Ocalan azadiya gelan e."    Platforma Saziyên Demokratîk a Stebolê, bi armaca balê bikişîn in ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 04’ê Mijdarê de li Esenyurt, Beyoglu û Ataşehîrê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.    WELATIYA 70 SALÎ BEŞDARÎ ÇALAKIYÊ BÛ    Kadriye Altin a 70 salî ku beşdarî koma greva birçîbûnê ya Esenyurtê bû, diyar kir ku di têkoşînê de girîngiya temen tune ye û wiha axivî: “Ji bo azadiya Ocalan divê hemû kes bibin yek. Ez dayîka şehîdekê me. Dema  zarokên me şehît dikevin, wan terorîst îlan dikin. Em ne terorîstin, kurdin. Gerîla û leşker zarokên me ne. Êdî em naxwazin xwîna zarokên me birije. Ger Ocalan azad bibe dê ev xwîn raweste.”    'DÊ JIN DAWÎ LI TECRÎTÊ BÎNIN'   Hamin Cîvak a beşdarî greva birçîbûnê ya Beyogluyê bû jî, diyar kir ku Ocalan di şexsê gelê kurd de ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya û wiha got: “Ji ber vê yekê b isalene dibin tecrîtê deye. Dê jin dawî li tecrîta li ser Ocalan bînin. Divê hemû kes azadiya xwe di azadiya Ocalan de bigere. Ger em bikevin zanebûna vê yekê em ê tecrîtê bişkînin û gelê kurd azad bikin.”     LI DIJÎ TECRÎTÊ TÊKOŞÎN DIVÊ    Mevlut Yaprazoglu yê ji Rîzeyê û bi eslê xwe Laz ku beşdarî çalakiya Esenyurtê bû, wiha axivî: “Ocalan ne tenê rêberê gelê kurde, rêberê hemû gelane. Ji bo azadiya Ocalan erka têkoşînê tenê nakeve ser milê gelê kurd, dive ser mile Tirkan, Elewiyan, lazan û hemû gelên bindest. Ev erka hemû gelane. Bi dawî anîna tecrîtê, tê wateya bi dawî anîna êrîşên li ser gelan. Ez banga têkoşînê li hemû gelan dikim.”    Yaprazoplu bang li hemşeriyên xwe yên ji Rizeyê kir û wiha bi dawî anî: “Divê em xwedî Birêz Ocalan derbikevin. Berevajî vê yekê dawî li xwîna dirije dê neyê.”   TEKANE NÛNERÊ AŞTIYÊ YE   Nihayet Çenber a bi eslê xwe tirk ku beşdarî çalakiya Esenyurtê bû jî, pêkanîna tecrîtê ya li ser Ocalan ji derveyî mirovahiyê dît û wiha axivî: “Ocalan ji bo xwe netêkoşiya. Ji bo gelan têkoşiya. Divê gel jî ji bo wî têbikoşin. Li gelek welatên cîhanê Ocalan mîna mirovekê zanist qebûl kirine. Nûnerê aştiya vî welatî Ocalane.”   DAXUYANIYÊN HEMWEXT   Çalakiyên greva birçîbûnê dê saet 17.00’an de bi dayîna daxuyaniyên hemwex bi dawî bibin. Dê çalakiya greva birçîbûnê sibe li Kagithane, Başakşehîr û Kartal bên dewir girtin.