Li Qersê bayê HDP'ê tê 2019-02-13 09:28:52 QERS - Li bajarê Qersê yê dîrokî beriya hemû bajaran dest bi xebatên hilbijartinê kir. Heta niha ji ber pêkanînên çewt ên rêveberiyên herêmî ji wê îhtişama xwe ya dîrokî dûr ketiye. Lê ji bo hilbijartina 31'ê Adarê her çend partî ketibin pêşbaziyê jî, dîsa hemû çav li ser HDP'ê ne.  Yek ji bajarên ku motîfên çandeyî yên ûris, Mezipotamya û Kafkasê di xwe de dihebînin Qers e. Bi sedan salan malovaniya gelek nasname û baweriyên cuda dike. Li bajêr, yek ji tiştên balê dikişîne jî mîrateya wê ya dîrokî ye. Li bajêr hîn jî bi sedan avahiyên ûrisan hene û gelek jê jî hema bêjê hatine rûxandin û tunekirin. Li Qersê gelek avahiyên bi mîmariya ûrisan hatine çêkirin, niha veguherandina dibistan, avahiyên leşkerî, mizgeft, kafe, kargeh û parkan. Loma niha bajar bi talûkeya ku ji vê îhtişama dîrokî dûr bikeve rû bi rû ye. Qersê, sedema vê yekê bi pêkanînên çewt ên rêveberiyên herêmî ve girêdidin û hewl didin ku di 31'ê Adarê de dest bi rûpeleke nû bikin.    HDP'ê, li Qersê Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca kir namzet. Lê belê ji bilî namzetên HDP'ê namzetên MHP, CHP, Îyî Partî, DSP û Partiya Vatanê jî hene. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de rêjeya dengên AKP'ê ji sedî 31.3, rêjeya dengên HDP'ê ji sedî 29.2, rêjeya CHP'ê ji sedî 20.3, rêjeya MHP'ê ji sedî 7.1, rêjeya Îyî Partî ji sedî 10.6 bû.    'JI BAJARÊ ÇANDÊ BER BI...'    Li Qersê, ji bilî HDP'ê gelek partî di warê rêveberiyên herêmî de bajêr bi rê ve birine. Lê belê hema bêje hemû rêveberiyên berê bi nelirêtî, û rantê tên naskirin. Kuçe û kolanên bajêr, ji ber çop û gemarê hema bêje bûne kunên xiltan. Li bajêr, pirsgirêk û kêşeyên avaniya binerd û sererd di asta herî bilind de ne. Loma ji ber vê yekê li bajêr fikreke wisa peyda bûye "Wê tu tişt neguhere." Yanî mirov dikare bibêje ku, bi destê rêveberiyên herêmî yên berê û heta niha Qers ji wê îhtişama xwe ya çandeyî dûr ketiye û veguheriye gundekî.    BAYÊ HDP'Ê HÊL DIBE    Her ku hilbijartina 31'ê Adarê nêzîktir dibe, fikra ku dê hilbijartina di navbera HDP û AKP-MHP'ê de biçe û bê li Qersiyan peyda dibe. Li gorî îtifaqa partiyan, tê gotin ku Îdir wê ji MHP'ê re bê hiştin û wê MHP namzetê xwe yê li Qersê paş ve bikişîne û destekê bide AKP'ê. Di 5'ê Sibata 2018'an de MHP'ê Şaredarê Qersê Mûrtaza Karaçanta û 6 endamên meclîsa şaredariyê îxrac kiribûn. Tê gotin, vegera kesên îxrackirî, ji bo MHP namzetê xwe yê Qersê bi paş ve venekişîne. Lê belê di anketên hilbijartinê yên li Qersê hatin çêkirin de, tişta dertê holê ew e ku serketina MHP'ê zor e.    ŞEVÎN ALACA Û AYHAN BÎLGEN    Berî namzet bên diyarkirin gelek kesan digot ne mimkun e ku HDP, li Qersê bi ser bikeve. Lê belê piştî HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca kir nazmet, ev fikr guherî. Ji ber li bajêr gelek kes ji Ayhan Bîlgen hez dikin û pê bawer in ku wê li bajêr dawî li nelirêtî û rantê bê. Her wiha namzetiya Şevîn Alaca jî, keça parêzer û siyasetmedar Abdûrrahman Alaca ku qersî bi rêzgirî wî bi bîr tînin, bandor li vê yekê kir. Welatî dibêjin: "Şevîn Alaca, emaneta mamoste Abdûrrahman e. Divê em xwedî li vê emanetê derkevin." Şêniya bajêr Mûazzez Çagritekîncî dibêje: "Namzetiya jinekê ji bo me pir girîng e. Yanî wexta em biçin şaredariyê, wê muxatabeke jin hebe. Wê destê jinekê bi bajêr ve bibe. Ev pir girîng e. Hem ji bo temsîliyeta jinê, hem jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, namzetiya jinekê pir girîng e. Her wiha jin hîn bêtir bi hesas nêzî derdorê, ciwanan û mijarên din dibin. Tenê ne ji bo şaredariyê, divê di hemû qadên şaredariyê de jin hebin."    DI ANKETAN DE HDP LI PÊŞ E    Ev atmosfera HDP'ê ya li bajêr, di anketan de jî xwe dide der. Çend roj berê Navenda Lêkolînê ya Rawestê li bajêr anketek çêkir. Di anketê de rêjeya HDP'ê ji sedî 28.2 û ya AKP'ê ji sedî 26.4 bû. Her wiha di çend anketên din ên şîrketên cuda de jî HDP li pêş e. Piştî li bajêr xebatên hilbijartinê dest pê kirin piraniya welatiyan dibêjin: "Hemû partiyan bajêr bi rê ve bir, lê belê bi ser neketin. Divê bajêr vê carê şensekî bide HDP'ê."   Gelek namzet li bajêr siyaseta "Ger HDP bi ser bikeve wê qeyûm bê tayînkirin" dikin. Bi taybetî ev yek li taxên ku rêjeya dengên HDP'ê lê zêde ye tê kirin. Ji kesên vê progandayê dikin yek jê jî şaredarê Qersê yê berê Naîf Alîbeyoglû ye ku berê di ANAP, AKP, CHP'ê de cih digirt û niha jî di DSP'ê de ye. Piştî CHP ji bo hilbijartina 31'ê Adarê li bajêr Alîbeyoglû nekir namzet, ji DSP'ê bû namzet û dixwazin di navbera hilbijêrên HDP'ê de bibe cihê nîqaşeke bi vî rengî. Hem hilbijêr hem jî kesên nêzî Alîbeyoglû ji bo vê rewşa Alîbeyoglû dibêjin "qedandina di warê siyasetê de" û "kesê ku ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî îmaja xwe winda kiriye." Şêniyê bajêr Mahmût Kaya dibêje: "Hin kes dixwazin li vî bajarî hestên mirovan îstismar bikin û bi vî awayî ketine pêyî dengan. Bi taybetî jî dixwazin vê yekê di nav kesên dengê xwe didin HDP'ê de bikin. Divê kes vê yekê qebûl neke."    Welatî Nûrettîn Mûtlûhan jî dibêje: "Hin kes dixwazin hêza me perçe bikin. Ne mafê kesî ye ku dengan perçe bike. Ger Alîbeyoglû dixwaze xwedînirx be, divê demildest dev ji namzetiya xwe berde û destekê bide HDP'ê."    'QERS RADESTÎ ÇETE Û MAFYAYÊ HATIYE KIRIN'    Welatî Sûat Bayhan jî ji bo pêşbaziya hilbijartinê ya li bajêr dibêje: "Niha yên herî xurt dixuyên namzetên AKP û HDP'ê ne. Wisa xuyaye wê hilbijartin di navbera herdu partiyan de biçe û bê. Di hilbijartina dawî de jî wisa bû. Namzetên HDP, li bajêr marka ne. Bi taybetî jî li bajêr Ayhan Bîlgen xwedî nasnameyekê ye û rêzeke mezin ji bo wê nasnameyê heye. Bi ya min niha HDP, li pêştir e, lê em nizanin wê di hilbijartinê de çi bibe. Serketina partiyan girêdayî lîsteyên encûmenan û projeyan e. Niha Qers radestî çete û mafyayan hatiye kirin. Şaredarê berê MHP'î bû û ji ber çeteyên di nav şaredariyê de ji peywirê hat girtin. Rêveberiyên herêmî yên hatin ser kar, bajêr wêran kirin. Ayhan Bîlgen xwedî ezmûn û tecrûbeyekê ye. Ger ekîba wî baş be, wê di hilbijartinê de bi ser bikeve."    'WÊ HILBIJARTIN DIJWAR BE'    Esnaf Riza Yildirim jî diyar dike ku wê li bajêr hilbijartineke dijwar rû bide. Yildirim dibêje: "Em bi wexteke ku namzet hemû bi îdiayeke mezin tev digerin re rû bi rû bimînin. Kî beriya hilbijartinê projeyên xwe bi awayekî rast ragihîne gel wê ew bi ser bikeve. Serdemekê partiya îktîdarê jî Qersê bi rê ve bir, lê tu tişt neguherî. Yanî wisa difikirim ku wê gel li gor projeyan tercîha xwe diyar bike. Heta niha li Qersê şaredarî ji bo destkeftiyên şexsî hatiye birêvebirin. Şaredarî di dest kê de bûna, rant jî li wir bû. Êdî gel şaredariyeke wisa naxwaze. Kuçe û kolanên vî bajarê dîrokî di nav çop gemarê de mane. Kî vê rewşê biguherîne, wê gel piştgiriyê bide wan."    'HDP, JI BO VÎ BAJARÎ ŞENSEK E'    Erdal Înce bal dikişîne ser hêla sosoyolojîk û erdnîgariyî ya Qersê û dibêje: "Gelek partiyan ev bajar bi rê ve bir, lê hemûyan jî çete ava kirin. Ji ber van çeteyan ev bajar her bi paş ve çû û ket vî halî. Di 31'ê Adarê de Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ji bo vî bajarî şensek in. Hemû partî hatin, lê tu xizmet nekirin. Loma divê Qers vê carê şansekî bide HDP'ê. Niha HDP li pêş e. Lê belê namzetên din propagandayeke reş dikin û dibêjin 'wê qeyûm bên tayînkirin.' Divê herkes zanibe wê ev propaganda bi kêr neyê. Divê êdî gelê Qersê xwe bi rê ve bibe û ev şens li pêş me ye. Divê ev şans baş bê bikaranîn. Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê."    'PÊDIVIYA QERSÊ BI RÊVEBERIYÊN PAŞVERÛ Û FAŞÎST TUNE YE'    Esnaf Zafer Koçak, diyar dike ku di warê rêveberiyên herêmî de heta niha Qers bi gelek bêtalihiyan re rû bi rû ma. Koçak dibêje: "Qers bajarekî biçûk, wekî taxeke Stenbolê ye. Lê belê heta niha ji bo wê xizmet nehatiye kirin. Bajêr ew qas kriêt kirin ku veguherandin gundekî. Ev yek bi destê rêveberiyên herêmî hat kirin. Îmar tune ye, rê xirab in, li her derî çop hene. Helbet mirov wê li bajarekîw isa ne kêfxweş be. Di demên dawî de ragbeteke ji bo turîzmê heye, lê kesên tên jî dibêjin bajar qirêjî ye. Pêdiviya me bi rêveberiyeke herêmî ya baş heye. Êdî pêdiviya vî bajarî bi rêveberiyên paşverû û faşîst tune ye. Pêdiviya bajêr bi demokratan, rewşenbîr û mirovên pêşverû heye. Me bêriya rêveberiyeke wisa kiriye. Ger gelê Qersê dixwaze kêfxweş be, divê rêveberên baş hilbijêr e. Baweriya mirovan bi îktîdara siyasî nemaye, lê dîsa jî divê mirov hay ji xwe hebe. Ez dibêm wê hilbijartin di navbera du an jî sê partiyan de biçe û bê. Namzetên HDP û CHP'ê baş in, lê wê AKP jî daxilî vê hilbijartinê bibe. Tu şensekî namzetê HDP'ê tune ye, çimkî ev serdem di destê MHP'ê de bû lê belê dawî pir xirab bû. Yanî kî bi ser bikeve jî wê bi ferqeke biçûk bi ser bikeve."    'TEKANE PARTÎ HDP YE KU BI SERBILINDÎ GOTINA XWE BÊJE'   Ayhan Bîlgen jî dibêje: "xwazî îtifaqê çêbikin, xwazî namzetên xwe biguherînin. Wê Qers bi ser bikeve. Hûn ê bibînin. Heta niha 3 anket aşkere bûne. Di hersêyan de jî em li pêş in. Piştî me AKP ye. Bi van anketan derket holê ku li gor 24'ê Hezîranê em gaveke din jî li pêş in. Li Qersê şaredarî di dest MHP'Ê de ye, berê jî di dest AKP û CHP'Ê de bû. Hema bêje ji bilî HDP'ê hemû partiyan şaredariya Qersê bi rê ve biriye. Lê halê bajêr li holê ye. Yanî tekane partî em in ku bi serbilindî gotina xw ebibêjin. Em ji Enqereyê ne li benda tiştekî ne. Em ê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin û Qersê bi rê ve bibin."    WÊ JIN QERSÊ BIGUHERÎNIN    Şevîn Alaca jî, diyar kir ku wê bi pergala hevserokatiyê re di rêveberiya herêmî de temsîliyeta jinê jî hebe. Alaca, destnîşan kir ku li bajêr tenê ew namzeta jin e û got: "Em ji bo Qersê dibêjin guherîn û wê jin Qersê biguherînin."    MA / Adnan Bilen