Li Girtîgeha Menemenê girtiyên nexweş nayên tedawîkirin 2019-02-13 09:27:02 ÎZMÎR - Parêzer Zafer Încîn, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê  çû serdana girtiyên nexweş. Încîn, bilêv kir ku girtî nayên tedawîkirin û rêveberiya girtîgehê jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu tiştî nake.  Parêzer Zafer Încîn, li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê, bi 6 girtiyên nexweş hevdîtin çêkir. Încîn, diyar kir ku girtî nayên tedawîkirin û rêveberiya girtîgehê jî cihêkariyê dike û bi polîtîkayeke bi vî rengî nêzî girtiyên siyasî dibe.  Parêzer Încîn, bilêv kir ku li Girtîgeha Menemenê berê jî pirsgirêk hebûn û heman pirsgirêk niha jî hene. Încîn, anî ziman ku girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tune ne û Ehmedê Xemî ku ji navê berjêr felcî ye, ji bo hev dibin dest û ling. Încîn got: "Bi vî awayî hevdu temam dikin. Li girtîgehê girtî hemû nayên tedawîkirin. Herî dawî ji Girtîgeha Mêrsînê girtiyê nexweş Ahmet Çelîk anîn. Me hevdîtin pê re jî çêkir. Çelîk, bilêv kir ku 4 sal berê di pevçûneke li Nisbînê de hatiye zevtkirin, bi awayekî dijwar hatiye îşkencekirin û ji ber îşkenceyê mejiyê wî biçûk dibe. Saziya Tiba Edlî, ji bo tespîtkirina nexweşîna Çelîk ew sewq kir û wî anîn Menemenê. Lê belê çend meh e hîşn jî nehatiye tedawîkirin û bi zorê li ser piya disekine."    DIVÊ BIJÎŞK LI GORÎ SONDÊ TEV BIGERIN   Încîn, anî ziman ku girtîgeh peywira xwe bi cih nayne û got: "Divê bijîşkên Girtîgeha Menemenê li gor sonda hîpokratê tev bigerin, lê belê li gor vê sondê tev nagerin. Ehmedê Xemî, felc e lê belê bi awayekî kêfî nayê tedawîkirin û di dema sewqkirina ji bo nexweşxaneyê tedawiya wî bi derengî tê xistin. Me ji bo Ehmedê Xemî, hevdîtin bi îdareya girtîgehê re çêkir. Gotin 'Divê pêşî biçe cerrahê mejî. Paşê wê tedawiya wî ya fizîkî bê kirin.' Me jî ji wan re got, madem wisa ye ji bo çi hûn wî nabin cerrahê mejî. Lê bersivê nadin. Girtiyê nexweş Ahmet Sîlîkê 74 salî jî, rapora wî ya Saziya Tiba Edlî ya nikare di girtîgehê de bimîne heye. Lê belê nayê berdan. Me ji bo vê hem bi îdareya girtîgehê re hem jî bi dozgeriyê re hevdîtin çêkir. Îdareyê ji me re got, divê pêşî bê lêkolînkirin ka Sîlîk ji bo civakê talûke ye yan na, piştî vê lêkolînê yê biryara taloqkirina înfaza wî bê dayîn. Wê hêzên dewletê vê lêkolînê bikin. Ma wê mirovekî 74 salî bi çi awayî ji bo civakê bibe talûke."    ‘PEYWIRA XWE BI CIH NAYNIN'    Încîn, anî ziman ku der barê guherandina helwesta îdareya girtîgehê ya ji bo girtiyên nexweş de tu hêviya girtiyan nemaye û got: "Girtî ji me re dibêjin 'ne hewceyî hevdîtinê ye, jixwe tiştek naguhere." Încîn, diyar kir ku li girtîgehê li gor kesan muamel tê kirin û ew ÎHD, ji bo vê tim serî li Wezareta Dadê û îdareya girtîgehê didin. Încîn, destnîşan kir ku ew ê tim binpêkirinên mafan bişopînin. Încîn, diyar kir ku Girtîgeha Menemenê veguheriye îşkencexaneyê û got: "Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Qaşo ji bo girtiyan nêrevan hene, lê li wan nanêrin û alî wan nakin. Diviya ew nêrevan girtiyên nexweş bianiyana cem me, lê belê girtî bi xwe, bi zor û heft bela tên cem me."    MA / Rûken Demir