Ege-TUHAYDER: Piştî greven birçîbûnê zext zêde bûn 2019-02-12 17:41:26   ÎZMÎR – Ege-TUHAYDER, têkildarî zextên li ser girtiyan û girtîgehên herêmê civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kir; zextên li ser girtiyan zêde bûne.    Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE- TUHAYDER), bi armanca balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan li avahiya komeleyê civina çapemeniyê pêk anî. Li ser navê komeleyê Hevseroka Komeleyê Selma Altan axivî û wiha got: "Girtiyên siyasî li dijî hemû pêkanînên dijmirovî rû bi rû mane. faşizm  xwe bi rêxistin kiriye. Piştî îtîfaqa AKP-MHP'ê hat avakirin, pêl bi pêl rejîma faşizmê bilind dibe. Hem li hundir û hem jî li derve zext zêde bûne. Niha li girtîgehan zêdeyî 250 hezar girtiyên siyasî hene. Tu sûcê wan tune û rastî zext û binpêkirinên mafan tên. Xizmên girtiyan di nava hezar zor û zahmetî de diçin zarokên xwe yên girtî ziyaret dikin. Girtî ji bajarê xwe sirgûnî bajarê herî dûr dikin. Daxwazên hemû girtiyên li girtîgehan dixwazin mafên mirovî pêk bên. Piştî çalakiya greva birçibûnê îşkenceya nayê aqilan dest pê kiriye. Girtî di girtîgehê de rastî cezayekî din tên.  Pirtûkên wan bi sînor dikin. Li girtîgehan hêj OHAL didome. Li gelek girtigehan radyoyên wan ji wan girtine. Têkiliya wan a bi derve re qut kirine."    ‘LI EGE 55 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE'   Altan, anî ziman ku mafê girtiyan ên tenduristî, hiqûqî û mirovî tên binpêkirin û wiha bi dawî kir: "Sewqên girtiyan bi pirsgirêk in. Zorê li girtiyan dikin ku kelepçe li destê wan bidin. Girtiyên ku kelepçe qebûl nakin nayên dermankirin. Girti di bin îşkenceyê de ne. Demek dirêj e jimêra ser piyan li wan ferz dikin. Li Girtîgehên nû zext zêde dibin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Di serî de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di bin zext û tecrîda giran de dijî. Li dijî vê tecrîdê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 97 rojin di greva birçîbûnê de ye. Zedeyi 51 jin bi giştî zêdeyî 281 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Li herêma me 55 girtî di greva birçîbûnê de ne.  Em bang li her kesî dikin ku hestiyar tev bigerin. Li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklar a Bûcayê Kenan Avci  sewqî Boluyê kirin. Îbrahim Yagiz sewqî Kirikkaleyê kirine. Mazhar Guler jî sewqî Edeneyêkirine. Ji ber ku komkirina pirtûk û radyo îtîraz kirin hatin sewqkirin. Ahmet Çelîk ê ji Tarsûsê anîn Girtîgeha Tîpa R a Menemenê 2 mehin ji bo nexweşxaneyê hatiye lê hêj dernexistine bijişk.