Gefa 'Tu carek din biçe HDP'ê em ê te bikujin' li HDP'î xwar' 2019-02-12 16:12:18   STENBOL -  Hevserokê HDP'ê yê berê yê Navçeya Sultanbeylî Muhlîs Bozdemîr, diyar kir ku kesên xwe wekî îstîxbarat pênase kirin ew tacîz kirin û xwestin bibin sîxur û wiha got: "Kesên gef li min xwarin gotin “Em carek din bibînin ku tu biçe HDP’ê emê gule berdin serê te."    Gef û tundiyên li ser endam û rêveberên HDP'ê zêde dibin. Niha jî kesên xwe wekî îstîxbarat dan naskirin û gef li Hevserokê HDP'ê yê berê yê Navçeya Sultanbeylî Muhlîs Bozdemîr xwarin. Rêveberê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê û Hevserokê HDP'ê yê berê yê Sultanbey Muhlis Bozdemir (Koçer) ku rastî gefan hat, serî li Şaxa ÎHD'ê da û li avahiya ÎHD'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di civînê de Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek kesên din amade bûn. Yolerî, di civînê de diyar kir ku ew di serlêdan de dibînin ku kesên rastî gefên sîxuriyê tên, ji nêzîk ve tên şopandin û wiha got: "Hem kes û hem jî endamên malbata wan tên şopandin. Di serlêdanekê de mexdûr diyar kir ku gefa 'Em dizanin keça te li kijan polê û li kijan dibistanê dixwîne. Dîsa kijan bûrsê distîne dizanin' û gef xwarine. Di serlêdanan de hem kes û hem jî malbatên wan rastî gefan tên. Wan bi malbatê wan tehdît dikin." Yolerî xwest hemû kesên rastî van pêkanînan tên serî li wan bidin.      Muhlis Bozdemîr jî diyar kir ku wî têkildarî mijarê serlêdana sûc kiriye û wiha got: "Zextên pir mezin li ser me hene. 4 meh berê van zextên li ser min dest pê kir. Min hêj wekî Hevserokê navçeyê dizanin. 4 meh berê maşîneyek hat li cem min rawestiya û got: "Başkan tu hêj difikire ku destê xwe li ba bike û li kolanên Sultanbey bigere?' Mehek şûnde dîsa 3 kesan saet di 20.00-21.00'an de pêşiya min birî. Wan gefa 'Carek din tu biçe HDP'ê emê gule berdin serê te' Ji ber ku me ew nas nekir me serlêdana sûc nekir. Mehek şûnde dîsa li nêzî avahiya HDP'ê ya Sultanbey, 3 ciwanan pêşiya maşîna min birîn û hatin cem min û gotin 'Me 2 caran peyam ji tere şand. Te peyama me negirt? Tu carek din here HDP'ê em dê gule berdin serê te? Min got Hûn kî ne? Wan jî got 'Tu baş dizane em kîne?' "    Muhlis Bozdemîr, da zanîn ku hefteyek şûnde saet di 11.00'an de beriya ji malê derkeve maşîneyek şîn li çapraza mala wan sekinî û wiha got: "Hevjîna min maşîne nîşanî min da û got 'Ev kîne? Min got dibe mêvanê yekî bin. Piştî ku ji malê derketim 2 kolan li jêra malê 3 kesan pêşiya min birî. Bi kurdî axivîn. Xwestin bi min re bi axivin. Min got hûn kî ne, lê xwe nedan naskirin. Piştre gotin gotin 'Em ji MÎT'ê tên. Dewlet bi birêz Ocalan re hevdîtin dike, ma nikare bi tere hevditin bike. Min xwest min bibin qereqolê, lê ez nebirim qereqolê û ji wir çûn. Niha ewlehiya malbata min tune ye. Rojek şûnde bi telefonê gef li min xwarin. Ewlehiya malbata min di talûkeyê de ye. Bi maşîneyan me dişopînin. Çûn mala biraziyê min lêgerîn kirin û piştre gotin 'Pardon' û çûn."    Rêveberê Komeleya Malbatê Girtiyan a Marmarayê Hasan Demir jî anî ziman ku hevalên wan ên di saziyan de dixebitin di bin gefan de dijîn û wekî salên 1990’an dixwazin dîsa her tiştî dubare bikin. Demîr, da zanîn ku ew dê heta dawî bi şopa vê yekê bikevin.