Mexdûrên KHK’ê: Em karê xwe paşve dixwazin 2019-02-12 15:24:10 EDENE – Endamên Platforma Mexdûrên KHK’ê yên Edenê gotin “Em karê xwe paşve dixwazin” û namet ji Serokê Meclîsê û partiyên komên wan di Meclîsê de heyîn re şandin.    Platforma Mexdûrên KHK’ê ya Edenê, bi şîara “Em karê xwe paşve dixwazin. Divê Komîsyona OHAL’ê bê betalkirin” li ber PTT’a Edliya Edenê Kombûn û daxuyanî da çapemeniyê.    Endamên platformê piştî daxuyaniyê li Serokê Meclîsê û partiyên komên wan di Meclîsê de heyîn re name şandin.