Namzetên hevşaredariyên HDP'ê bi kêfxweşî tên pêşwazîkirin 2019-02-12 15:04:38  NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê li gelek navendan xebatên hilbijartina herêmî birêve birin. Namzetên hevşaredariyê yên HDP'ê bi kêfxweşî ji aliyê gel û esnafan ve hatin pêşwazîkirin.    Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan(HDP) a Mêrdînê, li navçeya Dêrîkê starta hilbijartinê da. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, namzetên hevşaredarên HDP’ê, rêvebirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî bernameya hat lidarxistin, bûn. Girseyê ji avahiya HDP’ê ya navçeyê dest bimeşê kir, esnaf û welatî silav kirin. Girseya ku ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat, bi tililî û çepikan meşa xwe berdewam kirin.   Piştî meşê, girse vegeriya ber bi avahiya HDP'ê û çalakî bi dawî bû.    ÊLIH   Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Nejdet Îpekyuz, Namzetên Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Sabrî Ozdemîr li navenda bajêr esnafan ziyaret kirin. Esnaf û gel bi kêfxweşî HDP’yan pêşwazî kirin. HDP’yan belavok li gel û esnafan belav kirin û gel vexwendin vekirina buroya hilbijartinê ya dê di 17’ê sibatê de pêk were.    Balkêş bû ku di kêliya HDP’yan xebata hilbijartinê birêve dibirin polîsan ew bi maşîneyên zirxî şopandin.    HESKÎF    Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Heskîfê Zozan Şîmşek û Mecîd Tokdemîr bi rêveberên HDP’ê re li bazarê esnafan ziyaret kirin. Welatiyan eleqe nîşanî namzetên hevşaredariyê dan û sohbet kirin.    WAN    HDP'ê li navçeya Elbakê ya Wanê bi beşdariya Namzetên Hevşaredariya Wanê Bedîa Ozgokçe û Mustafa Avci, Namzetên Hevşaredariya Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar, Hevserokê HDP'a Bajêr a Wanê Umît Dede buroya hilbijartinê vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirina buroyê bûn. Di vekirinê de axaftin hatin kirin û namzetan got "Elbak Ya Me Ye" û xwestin gel xwedî li îradeya xwe derkeve.    Piştî axaftinên hatin kirin buro hat vekirin.    QERS   Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca jî xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Bîlgen û Alaca li Kolana Ataturkê esnafan ziyaret kirin û guh dan pirsgirêk û daxwazên wan. Esnafan HDP'iyan bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Bîlgen û Alaca piştî serdana esnafan çûn taxa Subatan û welatiyan ziyaret kirin.    ERZIROM    Namzetên Hevşaredariya HDP'ê yên Qereçobanê Halît Ogun û Remziye Sonmez jî tevî hewa sar jî xebatên hilbijartinê birêve dibin û gel ziyaret dikin. Ogun û Sonmez îro li taxê nnavçeyê gel û nexweşan ziyaret kirin û li pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin.