HDP'yiyên qeydên hilbijêrên sexte derxistin holê, hatin binçavkirin 2019-02-12 14:58:15   SÊRT - Li Sêrtê di encama serdegitina malan de 3 kes hatin binçavkirin. Hat aşkerakirin ku ji sê kesên hatin binçavkirin du jê rêveberên HDP'ê yên ku nêzî 12 hezar qeydên hilbijêran ên sexte derxistine holê Cemal Turan û Eşref Tekîn e.     Polîsan li taxên navenda Sêrtê, serê sibehê bi ser malan de hat girtin. Di encma serdegirtinê de 3 kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin du kes jê Cema Turan û Eşref Tekîn ên rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne û kesekê din navê wî nehat zanîn.     Derket holê ku 2 kesên HDP'î yên hatin binçavkirin, qedêb kesên 6 hezar û 488 hilbijêran ên hatine jêbirin derxistine holê  Cemal Turan û Eşref Tekîn e.