Leyla Guven ji koma HDP’ê re peyam bi vîdeo şand: Berxwedan jiyane 2019-02-12 13:38:54   ENQERE – Leyla Guven a 97 rojin di greva birçîbûnê de, ji civîna koma heftane ya HDP’ê re peyama bi vîdeo şand û got: “Ez hêviya xwe ya dê berxwedan teqez bi serbikeve diparêzim. Bêguman, li ser vê rêyê, dibe ku yên bikevin hebin, lê ya girîng serkeftine û gehiştina hedefê ye.”   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 97 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê heye, ji civîna koma heftane ya HDP’ê re peyama bi vîdeo şand.   Peyama Leyla Guven wiha ye:   "Merheba ji we re hevalên hêja. Ez we hemûyan yek bi yek bi heskirin û hesret silav dikim. Ya rast piştî berdanê me nekarî em hev hembêz bikin. Bi rastî jî min bêriya we hemûyan kiriye. Lê weke ku hûn jî zanin em niha di nava berxwedaneke gelekî girîng de ne. Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku ji nedîtî ve tên jî aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we doh li Stenbolê pêk anîn gelekî watedar bû. Bi rastî jî we nîşan dan ku şexsek 'ne zilam' e. Êdî şensê wî nîne ku bêje 'Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin'. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe dan. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawerim ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Di vê rêyê de bêguman dibe hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Di vê mijarê de ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser bikevin. Pê bawer im ku hûn ê di vî karî de bi ser bikevin û bi hezkirin we silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!"