Wekîlên HDP’ê: Astengkirina meşê wêneyê faşîzmê ye 2019-02-12 13:06:09 STENBOL - Wekîlên HDP’ê bertek nîşanî fermana Wezareta Karê Hûndê ya astengkirina meşa li dijî tecrîdê ya duh lidarxistin dan û gotin: “Astengkirina meşe wêneyê faşîzmê ye. Li vî welatî, ger îro tecrîd bi dawî nebe, dibe ku sibe gelek bûyerên xeter rû bidin.” Parlementer û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca destek dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Gevun û 291 girtiyan, xwestin duh ji Qada Taksîmê heya Qada Galatasarayê bimeşin. Lê Wazareta Karê Hûnidr Suleyman Soylu ji bo astengkirina meşê ferman da. HDP’iyên li ber Otela Hîll Taksîmê daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li vê derê pêk anîn. Wekîlên ku meşa wan hat asteng kirin, dûre tîşortên nivîsa “Bila tecrîd rabe, Leyal bijî” li ser li xwe kirin û ji Cadeya Îstîklalê, heya avahiya HDP’ê ya Stenbolê meşiyan û dûre çalakiya xwe bi dawî kirin.    Ji parlementera Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Ridvan Tûran, darbarê tecrîda li ser Ocalan û meşa wan a hat astengkirin de axivîn.    ‘JI SERÎ HAYA BINÎ DIJ DEMOKRASIYÊ YE ’   Tûra, diyar kir ku astengkirina meşe ji serî heya binî dij demokrasiyê bû û wiha axivî: “Leyla Guven dixwaze tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Dixwaze bi awayekê azad Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Em jî ji bo piştgiriyê bidin vê, me xwest em meşekê lidarbixin. Lê Suleyman Soylu bi gotina ‘Ger ez bidim meşandin, ez ne zilam bim’ gef li me xar. Ev pêkanîn, şertên tecrîda giran a li welat tê jiyîn datîne holê.”   ‘SIBEROJA WELAT DIBE KU PIR XETERTIR BE’   Taşdemîr jî, anî ziman ku 97 rojin Guven di greva birçîbûnê deye û wiha got: “Dîsan li girtîgehan, derveyî welat û Hewlêrê bi sedan girtî û welatî di grevên birçîbûnê dene. Dixwazin ji hikûmeta Tirkiyeyê re bêjin, tu derketî ji derveyî hiqûqên xwe. Ev bêhiqîqî li dijî Kurdan û Îmraliyê hat destpêkirin. Ev bêhiqûqî îro li tevahiya welat belab bûye. Astengkirina meşe me wêneyê faşîzmê ye. Li vî welatî, ger îro tecrîd bi dawî nebe, dibe ku sibe gelek bûyerên xetertir rû bidin. Îro em bi desthilatdariyeke ku hiqûqa gelan nas nake re rû bi rû ne.”