HDK: Ji bo aştî û demokrasiyê teqez divê tecrîd rabe 2019-02-12 12:25:29 STENBOL -  HDK'ê encamnameya civîna Meclîsa Giştî ya 10'ê Sibatê bi raya giştî re parve kir. HDK'ê di encamnameyê de diyar kir ku ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Ji ber ku ne tenê kesek, vîna hemû civakê di bin tecrîdê de ye."  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), di 10'ê Sibatê de li Stenbolê 1'emin Civina Meclîsa Giştî ya Serdema 9’emîn pêk anî. HDK'ê encamnameya civînê bi daxuyaniyek nivîskî bi raya giştî re parve kir. HDK'ê Rêveberiya Lijneyê hilbijart û diyar kir ku wan di çarçoveya xebatê de komîsyonên meclîsê ji nûve amade kirine. HDK'ê di encamnameyê de wiha got: "Pergala Kapîtalîst a Cîhanê di nava krîzekê de ye. efnaseya liberal-demokrasî ku di salên 1990'an de xistin piyaseyê êdî têk diçe. Niha pêla faşîzmê li ser hemû cîhanê belav dike. Li Tirkiye jî faşîzm di sêgoşeya Qesr-AKP-MHP'ê de xwe bi rêxistin dike û êrîşî keda gelên herêmê û welat dike. Di qada çand, civak û siyasî de li ser gelan yek milet, yek ol û yek mezhebî ferz dike. Mafê hemû gelan xezp dike. Tifaqa AKP-MHP'ê niha xwe di bin gotinên bekâya welat  de diparêze. Dîsa xwe bi polîtîkayên şer ve girê dide. Kesên ku aştî xwestin bi KHK'ê îxrac kirin. Akademisyenên Aştiyê yên ji ber daxwaza aştiyê hatin îxrackirin mînaka faşîzmê ya herî şênber e. Parlamenterên ku vîna milyonan kesên aştî û demokrasî dixwazin, girtin û avêtin zindanan. Rastî tecrîda mutlaq hatin. Dîsa di serî de Leyla Guven û girtiyên siyasî yên dest bi greva biçîbûnê kirine, encama van polîtîkayan e. Ji bo vê rêya tarî ronî bike bedena xwe dane ber birçîbûnê. Em wan silav dikin."    'HEMÛ CIVAK DI BIN TECRÎDÊ DE YE'    HDK'ê dirêjî da encamnameyê û wiha berdewam kir: "Encama polîtiekayên şer û bandora tecrîdê xwe li ser hemû civakê dide der. Îktîdar bi van polîtîkayên xwe dixwaze hemû jiyana me dorpêç bike. Ji bo aştî û demokrasî pêş bikeve divê teqez tecrîd bi dawî bibe. Ji bo tecrid bi dawî bibe têkoşîna aştî û demokrasiyê ferz e. Ji ber ku tecrîd ne tenê li ser kesekî tê meşandin. Li ser hemû civakan tê meşandin. Ji bo bêdengiya li hemberî daxwazên kesên ketine greva birçîbûnê divê hewldan dest pê bikin. Nerazîbûn û bilindkirina dengan her roj bêtir bi lez ferz dibe. Rojên borî Erdogan der barê buhabûna jiyanê û zêdebûna enflasyonê de got ‘Îsot û bacan çi dibêje; Bifikirin buhayê guleyekê çiqas e?' Ev gotina wî nîşanî me dide ku sedema em li dijî şer derdikevin çiqas mafdar e. Di şertên şer de çavkanî ne ji bo gel ji bo çekan tê xerçkirin. Ger ku şer tune be pere li çekan jî nayê xerçkirin. Dema mijar dibe şer hemû nakokiyên civakî, bêzarî, nerazibûn, eciqandin, cudakarî dibin ‘teferruat’.    DIVÊ LI SÛRIYE ÇARESERÎ LI GORÎ DAXWAZÊN GEL PÊŞ BIKEVE'   Îro li Sûriye di şerê çekdarî de rawestînek heye. Ji bo çareseriya siyasî hin gav tên avêtin. Kongreya Demokratik a Gelan, bê guman, çareseriya siyasî ku armanc dike hemû gelên li Sûriye bi hevre di nava aştiyê de bijîn esas digire. Li aliyê din îtîfaqa Qesr-AKP-MHP'ê gefên li ser axa gelê Sûriyeyê berdewam dike. Bazara xwe ya li ser herêma tampon berdewam dike. Ev nîşan dide ku şer ne li gorî berjewendiyên gelê herêmê ye. Ji ber ku êdî şerê li Sûriye bûye amûra mutlaqiyeta Îktîdarê. "    TIRYIYE JI BO KOÇBERAN BÛYE DÎWARÊ APARTHEÎTÊ'   HKD'ê di encamnameyê de bal kişand ser biryara DMME'ê ya der barê Cizîrê de jî û wiha pêde çû: "Di mînaka biryara DMME ya der barê Cizîrê de jî tê dîtin ku êşa koçberiyê ku DMMEi jî eleqeder dike, derketiye astek pir mezin. Ewropa û Cîhan li hemberî vê êşa koçberiyê bêdeng dimîne. Bi destê îtîfaqa Qesr-AKP-MHP'ê Tirkiye ji bo koçberên Suriyeyê diwarê Apartheitê. Ev encaa rewşa Tirkiye ya bîrdozî û polîtîk e.    REJÎM BI KODÊN HIŞMENDIYA MÊR HATIYE HÛNANDIN   HDK'ê herî dawî destnîşan kir ku îtîfaqa AKP/MHP'ê polîtîka tundiyê pêş xistiye û bi polîtikayên ku kesên tundiyê dike diparêze rê li pêş tundiyali ser jin, zarok, LGBTİ+ û hemû beşên civakê pêş dixe.      EM BANG LI HEMÛ HÊZÊN MUXALÎF DIKIN KU BI HEVRE TÊBIKOŞIN   Li pêş me hilbijartina 31'ê Adarê heye. Di vê hilbijartinê de divê em bersîvek xurt bidin qeyûman ku vîna gel xezp kiriye. Em wekî HDK'ê bang li hemû hêzên muxalif dikin ku li dijî vê hişmendiya desthilatdar û şer bi hevre têbikoşin."