Li Meletiyê di serdegirtina malê de 3 kest hatin binçavkirin 2019-02-12 11:44:51   MELETÎ - Polîsan li Meletiyê bi ser malan de girtin û 3 kes binçav kirin.     Li Meletiyê, polîsan bi malan de girtin û herî kêm 3 kes binçav kirin. Polîsan Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alî Gelgeç, Alî Gurbuz û Muslum ê paşnavê wî nehat zanîn ên binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin, dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêdetir bibin.