Çûyîna malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ya Meclîsê hat astengkirin 2019-02-12 11:41:33 ENQERE - Otobusên malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de yên ji Stenbol, Edene û Mêrsînê ji bo beşdarî civîna koma heftane ya HDP’ê ya Meclîsê bibin, di ketina Enqerê de bi hinceta “Ferman heye” hat astengkirin.   Malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketin greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkir, biryar dan ku beşdarî civîna koma heftane ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Meclîsê bibin. Di vê çarçoveyê de ji Stenbol, Edene û Mêrsînê otobusên malbatan ber bi Enqerê ve ketin rê. Lê polîsan destûr nedan ku malbatên ji Stenbol û Mêrsînê ketin rê, ji bajêr derkevin.    Otobusa malbatên bi heman armancê ji Edeneyê ket rê jî, Xaçerêya Hayman a Enqerê hat rawestandin. Malbatên girtiyan ên nêzî 3 saetan hatin rawestandin, destûr nehat dayîn ku bikevin Enqerê. Halît  Şaşmaz ê di otobûsê, diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye “Wezareta Karê Hûndir ferman daye û em jî neçarin li gorî tevbigerin.”