IPHS'ê bi 'Projeya Gavên Vînê' protes xist dest û piyên 840 Sûriyeyiyan 2019-02-12 10:14:57 DÎLOK - Komeleya Dilên bi Merhamet a Navnetweyi (IPHS) di çarçoveya "Projeya Gavên Vînê, di sala 2015'an de li Dilokê Navenda Pêkanîna Rehabilitasyon û Protezê ava kir. IHPS'ê di çarçoveya projeyê de protes xist dest û piyên 840 welatiyên Suriye yên koçber.     Di şerê navxweyî yê Sûriye  yê 8 salan de bi milyonan welatiyên Sûriye koç kirin û hatin Tirkiye. Di şerê 8 salan de bi deh hezaran welatiyên Sûriye ji ber şer seqet man û dest û piyên xwe winda kirin. Piştî şerê li Sûriye pêş ket û bi deh hezaran welatiyan perçeyên bedena xwe winda kirin, Komeleya Dilên bi Merhamet a Navnetweyi (IPHS) li Dîlokê hat avakirin. Komeleya IPHS ku li Dîlokê hat avakirin dest bi xebatên xizmetê kir. IHPS'ê di çarçoveya "Projeya Gavên Vînê, di sala 2015'an de li Dilokê Navenda Pêkanîna Rehabilitasyon û Protezê ava kir. IHPS'ê di çarçoveya projeyê de protes xist dest û piyên 840 welatiyên Suriye yên koçber.  Navned ji bo mexdûrên şer ku birîndar bûn û dest û piyên xwe winda kirin re bû hêvî. Di çend mehên dawî de 65 protez xist mil û piyan.    Midûrê Giştî yê IPHS'ê Bijîşk Muhammed Emin El Hatib, diyar kir ku ji roja hatine avakirin heta niha protes xistine dest û piyên 840 kesên ku di şer de perçeyên bedena xwe winda kirine. Hatîp, diyar kir ku li ser rêya înternetê qeyda welatiyên Sûriye yên bedena xwe winda kirine digirin û wiha got: “Piştî qeyd hat kirin em pîvean û tetkikan pêk tînin. Piştî pîvan û lêkolînê em protezan amade dikin. Hatip, anî ziman ku xebat û xizmeta wan berdewam dike.    Welatiya 12 salî Mecide Aliye Omer a ji Helebê ku piyê wê jê bû û gihişt protes wiha got: "4 sal berê li Helebê dema em bi otobusê ji otogarê diçûn gund, di bombekirina balafirê de perçeyê bombeyê li piyê min ket. Pişti êrîşê ji bo dermankirinê ez anîm Nexweşxaneya Dewletê ya Kîlîsê. Dema em li Kîlîsê tedawî dibûn me bihîst ku ev navend heye. 3 sal berê me serî li navendê da û protest xwest. Wan pê pere ez tedawî kirim. Niha protes xistine piyê min û ez kêfxweş im.    Welatîe Ahmet El Hasan jî diyar kir ku dema li Şamê bû, bi teqemeniya avêtin hewşa mala wan, dayika xwe û birayê wî ji yana xwe ji dest dan û piyê wî jê bû. Hasan, anî ziman ku di sala 2015'an de hat Tirkiye û 2,5  sal berê hevalekî wî ev navend bi wan da naskirin. Min heqê protes neda. Xizmetek pir bi xêr û girîng e."