Dayika Selma Irmak: Pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e 2019-02-12 09:17:28   MÊRDÎN - Emîne Irmak, dayika Parlementera HDP'ê ya berê Selma Irmak ku ji 15'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye, got: "Ketina greva birçîbûnê ne tiştekê rihet e. Lê pêkanîna daxwazan ne tiştekî zehmet e."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê didome. Li Hewlêrê çalakiya greva birçîbûnê ya Nasir Yagiz di roja 84'an û li Strasboûrgê jî çalakiya greva birçîbûnê di roja 58'an de didome.    DI SALA 2012'AN DE 60 ROJÎ DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE MA    Parlementera HDP'ê ya berê û Hevseroka KCD'ê ya berê Selma Irmak jî ji 15'ê Çileyê ve jî li girtîgehê di greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ye. Irmak, di sala 2012'an de jî 60 roj î di greva birçîbûnê de mabû. Dayika wê Emîne Irmak, destnîşan kir ku wan tu carî keça xwe bi tenê nehiştiye û ew her tim piştgiriyê didin wê. Dayik Irmak, bang kir ku divê demildest daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê bên qebûlkirin.    ‘PÊKANÎNA DAXWAZAN NE ZEHMET E'    Dayik Irmak, diyar kir ku ew bi telefonê bi keça xwe re axiviye û got: "Got, ew nikare bêje rewşa girtiyan pir baş e. Got, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven didome û heta tecrîd ji holê neyê rakirin wê çalakiya wan jî dewam bike." Dayik Irmak, xwest hikûmet ji bo daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê xwe li bêdengiyê daneyne, mafên mirovan esas bên girtin da mirov bêtir neêş in.    Dayik Irmak, diyar kir ku keça wê gotiye heta ev tecrîd bi dawî nebe wê zarokên wan tim di xetereyê de bin û got: "Ketina greva birçîbûnê ne tiştekî rihet e. Ne ji bo girtiyan rihet e, ne jî ji bo me malbatan. Lê belê bidawîkirina tecrîdê, pêkanîna daxwazan ne zehmet e. Daxwaza me ew e ku daxwaza wan bê qebûlkirin."    Dayik Irmak ku got "Em li pişt zarokên xwe ne. Heta daxwaza wan bê qebûlkirin em ê piştgiriyê bidin wan" û got: "Dibe em carinan li ber bikevin, lê divê em moral bidin wan. Dixwazim gelê me ji bo vê bi hesasiyet tev bigere. Divê mirov li derdora xwe binerin ka çi heye çi tune ye. Divê em belav bikin ku zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Em dengê wan ragihînin. Em li benda mirinan nesekinin."    MA / Ahmet Kanbal