Ji ber birayê Mehmet Tûnç e, îtiraza ji bo dosyeya wî hat redkirin! 2019-02-12 09:15:56 ŞIRNEX - Li ser navê Orhan Tûnç ku di dema qedexeya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû serî li DMME'yê hatibû dayîn û serlêdana nehatibû qebûlkirin. Berê jî Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê dosyeya Tûnçe de biryara "neşopandinê" dabû. Parêzeran îtiraza vê biryarê kiribû, lê belê îtiraza parêzeran jî hat redkirin. Wekî hincet jî hat nîşandan ku birayê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç e.  Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, par der barê kuştina Orhan Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dabû biryara "neşopandinê" dabû. Her çend Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Orhan Tûnç de biryara tevdîrgirtinê dabû jî, lê belê dîsa jî Tûnç jiyana xwe ji dest dabû.    EMNIYETÊ GOT 'TU SÛC TUNE YE', DOZGERIYÊ JÎ GOT 'ENDAMÊ RÊXISTINÊ' YE    Di biryarê de hatibû diyarkirin ku li gor girteka emniyetê ya der barê Tûnç de, tu qeydekî sûcî ya Tûnç tune ye û ne di nav kesên li wan tê gerîn de ye. Lê belê, dozgeriyê jî derpêş kiribû ku Tûnç "endamê rêxistinê" ye.    Çend roj berê DMME'yê der barê Tûnç de bi hinceta "rêyên hiqûqa hundurîn nexitimîne" serlêdana hatibû kirin red kiribû. Li ser vê dosyeya Tûnç ji Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê re hatibû şandin. Parêzeran di îtiraza xwe de, diyar kir ku der barê dosyeyê de lêpirsîneke çalak nehatiye kirin. Dadgeriyê jî îtiraza hat kirin nirxand û red kir.    JI BER BIRAYÊ MEHMET TÛNÇ E!    Dadgeriyê, di biryara xwe ye redkirinê de destnîşan kir ku di tevahiya svapên ji Tûnç hatine girtin de elemneta antîmonê hatiye tespîtkirin. Her wiha dadgeriyê ji bo biryara xwe jî ev hincet dan pêş: "Cesedê Tûnç li cem cesedê kesên endamênr êxistinê hatiye dîtin" Her wiha dadgeriyê wekî hincet îfadeya şahidê nepen "Îskender" jî esas girt ku şahidê nepen gotibû: "Şexsê di wêne de; birayê Mehmet Tûnç e. Li Taxa Nûrê li nav barîkatan digeriya, di çêkirina xendek û barîkatan de cih girtiye."    Piştî vê biryarê, parêzeran ragihand ku wan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye.