Nasir Yagiz: Bi saya berxwedana li Îmraliyê li ser piya me 2019-02-12 09:15:25   HEWLÊR - Endamê Nûnertiya HDP'ê ya HDP'ê Nasir Yagiz ku li dijî tecrîdê 84 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku a wî li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Bi heman daxwazê li Hewlêrê jî çalakiya greva birçîbûnê ya Endamê Nûnertiya HDP'ê Nasir Yagiz jî di roja 84'an de didome. Yagiz, destnîşan kir ku daxwaza wî ew e ku êdî mirov nemirin û tecrîd bi dawî bibe.    'JI BO HER TIŞTÎ AMADE ME'    Yagiz, destnîşan kir ku çend roj berê ew nerihet bûye û wî rakirine nexweşxaneyê, lê belê wî dîsa dev ji çalakiya xwe bernedaye û got: "Bila kes min nefikire, ez ji bo her tiştî amade me. Ji bo min, tu daxwaziyeke min tune ye. Kêfxweş im ku ez ji bo vî gelê berxwedêr berpirsiyariya xwe pêk tînim û niha dijîm. Heta çalakiya min bi ser nekeve wê dewam bike. Ji roja min dest bi çalakiyê kiriye heta niha biryara min heman biryar e. Bi tu awayî baweriya min neleqiyaye, bereksê wê bi serwextbûneke hîn bêtir çalakiya xwe didomînim."    Yagiz, bilêv kir ku bi saya têkoşînê hîn bêtir wî malbata xwe û dostên xwe nas kiriye û got: "Bi taybetî jî silavên hemşeriyên min ên êlihî tên. Cihê kêfxweşiyê ye ku ev gel em texdîr dikin. Loma careke din dibêjim ji bo xwe doza tiştekî nakim."    'MIN TEDAWÎKIRIN QEBÛL NEKIR'    Yagiz, anî ziman ku hem li ser medyaya civakî hem jî bi rêya telefonê gelek kes der barê etnduristiyê de pirsa wî dikin û got: "Eger ji bo pêşeroja vê civakê, peywirek ketibe ser milê min, ez niha wê peywirê bi cih tînim. Di 1'ê Sibatê de nerihet bûm, min rakirin nexweşxaneyê. Lê min tedawîkirin qebûl nekir. Ji bo xwe doza tiştekî nakim. Daxwaza min tenê daxwaza gelê min e. Bi saya vê daxwazê jî moralê min baş dibe. Tevî ev qas birçîbûnê jî, ya min li ser piya dihêle felsefe û berxwedana 20 salan a Rêber Apo ye. Felsefeya wî, felesefeya jiyana bi hev re ye."    RUHÊ ZINDANA AMEDÊ    Yagiz, bilêv kir ku ew car carinan bi Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û çalakgerên din re diaxive û got: "Wexta Leyla Guven hat berdan, em axivîn. Ji min re got 'Te baş ji ruhê berxwedana zindana Amedê fêm kiriye. Loma careke din dibînim ku em ê bi ser bikevin.' Ruhê têkoşîna ji Mazlûm û Akîfan heta niha didome, em li ser piya dihêlin."    ‘DIVÊ DENG BILIND BIBE'    Yagiz, destnîşan kir ku gel xwedî li berxwedana wan deerdikeve, lê belê ev yek têr nake û got: "Bi hezaran mirov tên girtin û bi hezaran mirov dimirin. Lê divê em hînî tiştên wisa nebin û li dijî van pêkanînan deng derxînin." Yagiz got: "Divê li gor îroka Êlihê berxwedan rû bidin, divê gelê Amedê Leyla Guven bi tenê nehêle. Divê dakeve kuçeyan û bibêje Leyla Guven ne bi tenê ye."    Yagiz, anî ziman ku ger mirin çêbibe wê herkes poşman bibe û got: "Lê binerin ji ber gelê me yên li jêrzemînên Cizîrê hat qetilkirin, ji bo Mehmet Tûnç poşmanî li me hemûyan peyda bû û ew poşmanî hîn jî didome. Careke din dipirsim, ji bo çi me helw neda ku ew bijîn. Ji bo sibê hin poşmaniyên din jî peyda nebin, divê têkoşîn bê bilindkirin."    MA / Metin Yoksu