Girtiyê 59 roj in di grevê de: Dive her mirov li dijî tecrîdê bisekinin 2019-02-12 09:14:18 AMED - Nîmetûllah Çinkişiç ku 59 roj in li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê de ye, destnîşan kir ku têkşikandina tecrîdê peywira hemû kesên ku ji xwe re dibêjin "em mirov in".  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger de ne. Yek ji van girtiyan jî Nîmetûllah Çinkiliç e ku 59 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di greva birçîbûnê de ye. Çinkiliç ku di sala 1993'yan de li Bedlîsê hatiye dinê ji sala 2016'an ve girtiye. Çinkiliç, nameyek şand û di nameya xwe de bal kişand ser sedemên greva birçîbûnê.    Çinkiliç, di nameya xwe de diyar kir ku li heman girtîgehê ew tevî 5 hevalên xwe ji 16'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ne. Çinkiliç, bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên rû didin û got: "Di warê tenduristiyê de zihîfbûn, bêhalî, serêşandin heye. Lê belê moralê me pir baş e."    ‘HER KU TECRÎD BÊ PERÇEKIRIN WÊ FAŞÎZM BI PAŞ VE BIÇE'    Çinkiliç, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Ev tecrîd tenê ne li ser Rêberê me ye, li ser hemû hêzên demokrasiyê, ciwan û jina ye. Her ku tecrîd kûr dibe, faşîzm pêş ve diçe. Lê her ku tecrîd bê perçekirin wê faşîzm bi paş ve biçe. Loma ji bo em ji vê faşîzmê xelas bibin, teqez divê tecrîd bê şikandin. Perçekirina tecrîdê jî peywira hemû kesên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in.'"    'PÊŞENGIYEKE RAST DIVÊ'    Çinkiliç, anî ziman ku divê gel, hêzên demokrasiyê û ciwan hemû qadn veguherînin qadên berxwedanê û divê tax, qad û kuçe bibin kelehên berxwedanê. Çinkiliç got: "Bi taybetî jî divê siyasetmedarên me tenê bi saziyan xwe sînrodar nekin, divê bi pêşengtiyeke rast hemû qadan veguherînin qada berxwedanê. Her tişt li ber çava ye. Daxwaza gelê me û hevrêyên me yên çalakger zelal in. Ji bo vê jî pratîk divê."    ‘DIVÊ CIWAN PÊŞENGTIYÊ BIKIN'    Çinkiliç, anî ziman ku ev pêvajo pêvajoyeke ku gav bi gav dîroka berxwedanê tê nivîsandin û divê ciwanên kurd bibin pêşengê vê pêvajoyê. Çinkiliç got: "Em xurt in û faşîzm li ber berxwedanameya bihişmet direhile. Rêber Apo, ji bo me sedema hebûnê ye. Ew muhassalaya hemû nirxên me ye. Çalakiya rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê û çalakiyên hûn nikarin roja me tarî bikin, ji bo me referans in. Divê rastiya Kurdistanê jî vê rewşa heyî qebûl neke. Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê birûxînin."