Malbata sûriyeyî: Em rojê 12 saetan ji bo 48 lîreyî dixebitin 2019-02-12 09:13:24 EDENE – Li Çûkûrovayê, malbata Dexfak ya sûriyeyî ku rojê 12 saetan di şert û mercên zehmet de li nav erdan bi 48 lîreyî dixebite. Hamîd Dexfak, anî ziman kir ku ew di konan de dimînin û got: "Ji bo em jiyana xwe bidomînin em mecbûr in."  Li gor daneyên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê, li Edeneyê 150 hezar û 108 penaberên sûriyeyî li Edeneyê dijîn. Piraniya van penaberan li nav erdan, li ser înşeatan dixebitin. Penaber, an di konan de an jî di xaniyên bi kirê de dijîn. Ji ber vê di warê hijyenîkê de şert û mercên wan nebaş in. Yek ji van malbatan jî malbata Dexfak  e ku 5 sal berê ji Reqayê hatin li gundê Karagoçer ê navçeya Karataş a Edeneyê bi cih bû. Malbata Dexfak bi eslê xwe ji Hebeşîstanê ye. 30 sal berê ji ber xizaniyê ji Hebeşîstanê berê xwe da Reqayê. Lê belê piştî DAIŞ'ê Reqa dagir kir, careke din ket rêya penaberiyê û di sala 2014'an de berê xwe da Tirkiyeyê. Malbata Dexfak, pêşî hat Mêrdînê û paşê çû herêma Çûkûrovayê. Li Çûkûrovayê, ji bo domandina jiyana xwe li nav erdan bi erzanî dixebite. Ferdên malbatê rojê 12 saetan bi 48 lîreyî dixebitin.    ‘ŞERT ZEHMET IN'    3 zarokên malbata Dexfak, li vir hatin dinê. Ferdên malbatê bilêv dikin ku dewlet bi tu awayî piştgiriyê nade wan û ew jî ji mecbûrî rojê 12 saetan li nav erdan bixebitin.    Hamîd Dexfak, destnîşan kir ku ew mecbûr man e ku koç bikin. Dexfak, diyar kir ku ew li Reqayê ajovanê TIR'ê bûye û jiyana wan baş bûye. Dexfak, bilêv kir ku mala wî ya li Reqayê hatiye bombekirin û ew niha bixwazin vegerin jî wê jiyan ji bo wan ne wekî berê be.    ‘XEBATA LI NAV ERDAN ZEHMET E'    Dexfak, bilêv kir ku ji bo jiyana wan bidome ew ji mecbûrî di konan de dijîn û got: "Helbet, xebata li nav erdan zehmet e. Zarokekî min ê 15 salî berasteng e. Ew jî li nav erd dixebite. Wexta kar hebe em dixebitin. 3 zarokên min hene. Bi zorê debara wan dikim. Jiyan zehmet be, lê dîsa jî şikir. Kon sar e û em hewl didin bi sobeyê xwe germ bikin. Di kon de em 8 kes dimînin. Heta niha dewletê tu piştgirî nedaye me. Em bi derfetên xwe li ber xwe didin."    MA / Hamdullah Kesen