Çalakgera li Strasboûrgê Sevîm: Peywira herî girîng dikeve ser milê civakê 2019-02-12 09:12:31 STENBOL - Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê Nîmet Sevîm, destnîşan kir ku bedêl çi dibe bila bibe wê berxwedana wan bi ser bikeve û got: "Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê."  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 97'an de didome. Her wiha bi heman daxwazê çalakiyên greva birçîbûnê yên li Hewlêr, girtîgehn û bajarên Ewropayê jî dudome. Yek ji çalakgerên çalakiya greva birçîbûnê ya Strasboûrga Fransayê Nîmet Sevîm, di sala 2012'an di greva birçîbûnê ya li girtîgehan de jî cih girtibû.    Sevîm, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya 2012'an jixweber derneketiye holê. Sevîm, anî ziman ku ev yek piştî bi sedan siyasetmedarên kurd di sala 2009'an de bi operasyonên KCK'ê hatin girtin derketiye holê. Sevîm, anî ziman ku tevgera siyasî ya kurd di hilbijartina herêmî ya 2009'an de bi serketibû û got: "Ev serketin, serketina Rêber Apo bû. Paradîgmaya demokratîk, di pratîkê de derket holê. A rast bi operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê KCK'ê de, xwestin vê pergala Rêber Apo asteng bikin û qirkirina çandî ya li Kurdistanê temam bikin. Di vê pêvajoyê de bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr hatin girtin. Bi pêkanînên ne kêmî yên 12'ê Îlonê re rû bi rû man. Careke din pêvajo hat xitimandin."    '2012 LI HEMBER KOMPLOYÊ BERSIVA HERÎ BAŞ BÛ'    Sevîm, bilêv kir ku di wê serdemê de siyasetmedarên kurd bi parêziya zimanê zikmakî li ber xwe dan û ev yek bû sedema çêbûna zemîna grevên birçîbûnê yên 2012'an. Sevîm, diyar kir ku parastina bi zimanî zikmakî hatiye astengkirin û bi hezaran kesî gotin "Em li vir in." Sevîm got: "Bi berxwedana zimanê zikmakî, ev rewş li tevahiya cîhanê hat teşhîrkirin. Li dijî pêkanînên hikûmeta faşîst û dewleta Tirkiyeyê, me i destpêka 2010'an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ev yek heta sala 2012'an 10 bi 10, 20 bi 20 dewam kir. Di raya giştî de daxwaza ji bo zimanê zikmakî daxwazeke rewa ye. Polîtîkayên dagirkeriyê yên Komara Tirkiyeyê deşîfre dikirin. Ev rewş li hemberî komploya navdewletî bersiva herî baş bû. Parastina bi zimanê zikmakî û azadiya Serok di heman potayê de digihaştin hev. Azadiya Serok, dihat wateya azadiya pergalê. Greva birçîbûnê ya domdar û nedorveger bi 30 kesî dest pê kir û paşê veguherî berxwedaneke ku bi 10 hezaran kes tev lê bûn. Li girtîgehê nêz 9 hezar girtî hebûn. 9 hezar girtî bi hev re di roja 50'yî de tev li çalakiya greva birçîbûnê bûn. Du daxwazên berxwedanê hebûn."    'BI ROJAN AV NEHAT DAYÎN'    Sevîm, bal kişand ser pirsgirêkên di sala 2012'an de rû dan jî û got: "Di navbera koma ewil û ya dudoyan de 10 roj hebûn. Koma duyem a li Sîlîvriyê ket greva birçîbûnê, li gor koma ewil bêtir zehmetî kişandin. Çimkî, çawa hevalan dest bi berxwedanê kir wan xistin hucreyan. Bi rojan av nedan wan. Êdî heval nikaribûn av û xwê peyda bikin. Jixwe vîtamîna B1 nedihat dayîn. Tenê şekir û xwê digirtin. Eger em li benda şehadetê bûna, ne ji koma yekem, em ê ji koma duyem li bendê bûna. Her wiha hevalên me yên li girtîgehên Behra Reş bi awayekî dijwar hatin îşkencekirin."    'BI HEVDÎTINÊ RE ÇALAKÎ BI DAWÎ BÛ'    Sevîm, destnîşan kir ku wê demê civak zînde û dînamîk bû û got: "Wê berxwedan di roja 60'î de veguheriya rojiya mirinê. Berî Rêber Apo bang bike, Meclîsê ji bo parastina bi zimanê zikmakî zemîneke qanûnî çêkir. Paşê ji nû ve hevdîtin bi Rêber Apo re hatin çêkirin. Bi banga Rêber Apo, çalakî di roja 68'an de bi dawî bû."    'BERXWEDANA LI DIJÎ PERGALA ÎMRALIYÊ'    Sevîm, destnîşan kir ku niha jî ji bo heman daxwazan çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirine û got: "Berxwedana 2012'an, di dîroka têkoşîna me ya zindanan de berxwedana sêyem bû. Ya ewil berxwedana 14'ê Tîrmehê ye, ya duyemîn berxwedana Serok e. Ev berxwedan jî bû xeleke girîn a têkoşîna li zindanan. Hêlên wê yên dişibin hev hene, lê hêlên wê yên cuda jî hene. Lê dîsa jî daxwaza sereke azadiya Rêber Apo ye. Hêla vê berxwedanê ya herî girîng ew e ku bi hikûmeta AKP'ê û dewletê ne sînordarkirî ye. Li dijî hemû hêzên navdewletî yên pergala Îmraliyê ava kirin."    'BERXWEDANEKE DI WESFÊ NETEWÎ DE YE'    Sevîm, destnîşan kir ku berxwedana wan, berxwedaneke di wesfê netewî de ye û got: "Berxwedaneke ku armanca wê têkşikandina tecrîdê û statuya civaka Kurdistanê ye. Her wiha li dijî ferasseta îxanetkar û tevkar a ji bo dagirkirina Kurdistanê ye. Bi hêleke xwe jî berxwedaneke li dijî hêzên navdewletî ye ku faşîzma tirk û dagirkirina herêmê xurt dike. Sedema ku li Strasborûgê berxwedan xurt e, ev e."    'GER GEL DENGÊ XWE BILIND BIKE WÊ BERXWEDÊR BIJÎN'    Sevîm, bi bîr xist ku di sala 2012'an de gel di roja 50'î ya çalakiyê de dengê xwe li dengê gel zêde kir û got: "Ev moraleke pir baş bû. beşdarbûyîna gel a çalakiyê, hemû şert û mercên neyînî yên li girtîgehan ji holê radike. Eger niha jî gel tev li berxwedanê bibe, bêdengiyê ji holê rake wê çalakger karibin bijîn. Tenê ne di warê fizîkî, wê di warê manewî de jî bide jiyîn."    Sevîm got: "Wê ev berxwedan rê li ber azadiya Kurdistanê vebike. Bedêl çi dibe bila bibe, her ku berxwedan ber bi armanca xwe ve biçe wê bi ser bikeve. Dibe naveroka wê zorê bide berxwedanê, lê belê wê encamên bi kêrî pêşketina azadiya pêşerojê bê."    'BERXWEDAN PEYWIRA HEMÛ CIVAKÊ YE'    Sevîm, anî ziman ku îktîdar nahêle dengê çalakgerên greva birçîbûnê bigihê civakê û got: "Wekî berê, divê niha jî ew dîwar bên rûxandin. Di vî warî de peywira herî girîng dikeve ser milê civaka Kurdistanê. Helbet, pewyir û berpirsiyarên di siyaseta demokratîk de li pêş in hene. Lê divê di vî warî de civak ne li benda bendewariyekê be. Armanca berxwedanê azadiya civakê ye. Loma divê civak xwedî li çalakiyê derkeve. Ev peywireke ehlaqî, mirovî û polîtîk e. Eger wisa bibe wê berxwedana hevalên me yên di girtîgehê de bi coş û moraleke mezin bigihê armanca xwe. Dê wê çaxê faşîzm bi paş ve gav bavêje."    'EM JI NIHA VE SERKETINÊ DIBÎNIN'    Sevîm, destnîşan kir ku wê vîna civakê tecrîdê bişikîne û got: "Em baş dizanin wê tecrîda li Îmraliyê nikaribe demeke dirêj li ber vê berxwedanê xwe ragire. Wê gaşîzm birîxe û wê Rêber Apo azad bibe. Loma em dibêjin, em ji niha ve bi ser ketine. Em ji niha ve serketinê dibînin. Ev pir girîng e. Baweriyeke xurt li gelê me peyda bûye. Li hemû deverên ku bawerû û hez lê şax vedaye, wê tirs bişikên, faşîzm bişikê."    MA / Yasin Kobulan