Namzetên Agiriyê: Wê hikûmet bibîne ku qeyûm jî bi kêr nehatin 2019-02-12 09:11:38 AGIRÎ - Namzetên Şaredariya Agiriyê yên HDP'ê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar, diyar kirin ku wê di hilbijartina 31'ê Adarê de wê şaredarî têkeve destê vîna gel û gotin: "Wê hikûmet bibîne ku bi qeyûman, bi qirkirinan, bi çewisandinan encam nayê girtin."  Di hilbijartina 30'yê Adara 2014'an de BDP bi ser ketibû, lê belê li ser îtiraza AKP'ê deng 14 caran hatibûn hijmartin, lê dîsa jî BDP bi ser ketibû. Lê belê piştî AKP'ê, cara 15'an îtiraz kir Desteya Hilbijartina Bajêr biryar dabû ku hilbijartin bê dubarekirin û li ser vê i 1'ê Hezîranê de hilbijartin hatibû dubarekirin. Wê demê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, beriya hilbijartina hatibû dubarekirin peyamek ji gelê Agiriyê re şandibû û di peyama xwe de gotibû: "Di 30'yê Adarê de hîle û xurde hatin kirin. Lê belê niha wê bersiva me tenê ne ji bo rûmeta me be, wê bibe nîşaneya helwesta me ya ji bo aştî û siyaseta demokratîk jî." Di 1'ê Hezîrana 2014'an de DBP, ji AKP'ê 2 hezar û 914 deng girtibûn û şaredarî dîsa bi dest xistibû. Di 1'ê Adara 2017'an de jî qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin û ji hevşaredaran Mûkaddes Kûbîlay hatibû girtin.    Namzetên ji bo Hevşaredariya Agiriyê yên HDP'ê Yelîz Karaaslan û Abdûrrahman Dogar in. Namzetan hevşaredariyê destnîşan kirin ku wê gelê Agiriyê di sibeha 1'ê Nîsanê de şaredariya xwe bi vîna xwe bi rê ve bibe.    'WÊ EW BARIYERÊN BETONÎ BÊN RÛXANDIN'    Namzet Karaaslan, destnîşan kir ku wê gelê Agiriyê di hilbijartinê de bersiveke baş bide qeyûman. Karaaslan, destnîşan kir ku cara ewil şaredariya DBP'ê xizmeta AKP'Ê kiriye, lê belê hikûmetê vîna gel nas nekiriye û qeyûm tayîn kiriye. Karaaslan, bilêv kir ku gel hay ji hemû tiştan heye û wê di vê hilbijartinê de bi dengên xwe yên bidin HDP'ê bariyerên di navbera gel û rêveberiya herêmî de hatine danîn birûxîne.    'EM Ê BI SER BIKEVIN'    Karaaslan, di dema rêveberiya DBP'ê de, şaredariyê bi awayekî pir baş xizmeta ji bo ciwan û jinan kiriye û got: "Bi tayînkirina qeyûman, destkeftiyên me hemû hatin tunekirin. Di hilbijartinê de çawa em bi ser bikevin, em ê saziyên hatine girtin ji nû ve vebikin û şaredariyê radestî gel bikin. Teqez em ê bi ser bikevin. Baweriya me bi gelê me heye."    Karaaslan, diyar kir ku ji bo hilbijartinê ew li benda piştgiriya jina ne û got: "Em dikarin bi hev re vî bajarî ji vê talan û xespê rizgar bikin."    'DEWLETÊ JI BO AGIRIYÊ BIZMAREK JÎ NEKUTAYE'    Namzet Dogar jî, diyar kir ku ji bajarên Tirkiyeyê yek ji bajarên herî xizan Agirî ye û got: "Di warê tenduristî, perwerdehî û qadên din de hikûmet bi tu awayî piştgiriya bajêr nake. Ji bo Agiriyê tu proje nehatin çêkirin. Ji bo vê yekê tu tevrîdrên hikûmeyê jî tune ne. Çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê li Agiriyê ye û ji bo turîzmê devereke girîng e, lê belê heta niha bizmarek jî nekutaye. Em dizanin, li bajarekî wisa şaredarîvanî zehmet e, lê em li vir in û em ê bi ser bikevin."    '31'Ê ADARÊ JI BO GELÊ AGIRIYÊ FIRSEND E'    Dogar, bilêv kir ku bi wesayîtên zirxî şaredarî hatiye dorpêçkirin û wê gel helwesta xwe nîşan bide. Dogar, anî ziman ku wê gel bersiva vê bêrêzîtiya li hemberî vîna xwe bide û got: "Ji bo evan tiştan hilbijartina 31'ê Adarê firsendek e. Niha bi destê hikûmetekê li ser Agiriyê kabûsek heye. Em ê hewl bidin ku di 31'ê Adarê de vî kabîsê ji holê rakirin da aramî bê bajêr. Li vir em partiyeke xurt in. A dikeve ser milê me, em xwedî li sindoqan derkevın."    'DIVÊ GEL XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVE'    Dogar, hîle û xurdeyên di hilbijartina 30'yê Adara 2014'an de bi bîr xist û got: "Ev hilbijartin ne li Yozgatê ye. Loma divê gelê me xwedî li sindoqan û dengên xwe derkevin. Helbet wê gelê me bertekeke tund nîşanî kesên bêhurmetiyê li vîna wê dike bide. Em ê di dema hilbijartinê de, ji bo gelê me berbayî provakasyona nebe, em ê gel hişyar bikin û em ê nehêlin berbayî van lîstikan bibin. Bi taybetî wê li bajarê me kesên bi vî awayî derkevin, lê wê gelê me tu prîmê nede wan."    Dogar, anî ziman ku şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin, heta qirikê di nav deynan de ne û ev yek bi veberhênanên xeyalî hatiye kirin û pereyê şaredariyê pêşkeşî alîgiran hatiye kirin. Dogar, bal kişand ser raporên Dîwana Muhasebatê û got: "Çavkaniyên her bajarî hene. Em ê karibin bi van çavkanî û vê potansiyela Agiriyê, vê texrîbatê ji holê rabikin. Ji bo me êdî şaredarîvaniya klasîk qediyaye. Wê di vê serdemê de şaredarîvaniya civakiyî, çandeyî û hilberînê derkeve pêş. Divê potansiyelên bajaran bên kifşkirin û nasnameyek lê bê peyda kirin. Em ê çawa nasnameyekê li vî bajarî peyda bikin? Em ê bi xebatên rast vê yekê pêk bînin. Divê em nasnameyeke bajêr ku ciwan, jin û hemû şêniyên bajêr xwe tê de bibînin derxînin holê."    Dogar got: "Wê ev hilbijartin, bibe hilbijartina bidawîbûna çewisandinan, înkarê û bibe cihê aştî û demokrasiyê. Wê gelê Agiriyê, di vê hilbijartinê de bigihê şaredariya xwe û vîna xwe. Wê hikûmet bibîne ku bi qeyûman, bi qirkirinan, bi çewisandinan encam nayê girtin."    MA / Adnan Bilen